Qeyûmê Wanê konteynirên çopê kom kir û kir xurde 2025-02-19 12:16:55 WAN - Qeyûmê li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatiye tayînkirin, tevahiya konteynirên çopê yên li bajar kom kir û kir xurde. Şaredariyên DEM Partiyî dan zanîn ku rê li ber zirareke biqasî 13 milyon lîreyan hatiye vekirin. Bi ser tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê re 5 roj derbas bûn. Çalakiyên protestoyî yên li taxan hêj berdewam in. Qeyûmê li şaredariyê hatiye tayînkirin weke karê ewil tevahiya konteynirên çopê yên li navenda bajar kom kir û avêt qadeke li derveyî bajar. Tevahiya konteynirên çopê yên şaredariyên DEM Partiyî standin, li vir kirin xurde. Hemû hewldanên şaredariyên Rêya Armûşê û Artemêtanê yên DEM Partiyî bêencam man. Ji ber ku konteynirên çopê hatine komkirin, xelkê navçeyê çopê xwediavêje kolanê.    Li navçeya Artêmetanê 600 konteynirên çopê û li Rêya Armûşê jî zêdetirî hezar heb hatine komkirin. Li gorî agahiyên ji rayedarên şaredariyê hatine bidestxistin; heta niha bihayê 13 milyon lîreyan konteynirên çopê kirine xurde.    Şaredariyan ji walîtiyê re nivîs şandin û sedema vê sepanê jê pirsî. Lê belê bersiveke fermî ji nivîsan re nehate dayin. Ajansa Mezopotamyayê (MA) qada konteynirên çopê lê hatine komkirin kişand.    MA / Adnan Bîlen