DEM Partiyê li Enqereyê çalakî li dar xist: Dev ji zîhniyeta qeyûm berdin 2025-02-19 13:19:16 ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di çalakiya nobetê ya li dijî qeyûm li Enqereyê hatiye destpêkirin de axivî û got: “Qeyûmê di 15’ê Sibatê de tayînî Şaredariya Wanê hatiye kirin, bersiva diyalogê ye.”  Tuncer Bakirhan jî bang li îktîdarê kir ku dev ji zîhniyeta xwe ya tayînkirina qeyûm berde û ji bo çareseriyê nexşerêyekê pêşkeş bike.  Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, hevşaredar, hevşaredarên li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin, endamên meclisan û gelek kesan li dijî biryara tayînkirina qeyûman li Parka Guvenê ya Enqereyê daxuyanî dan.    Beriya daxuyaniyê, partiyiyan li hundirê parkê meş li dar xist. Di meşê de dirûşmên “Qeyûm talan e, berxwedan jiyan e”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hatin berzkirin. Her wiha beşdaran bi çepik, tililî û dirûşman bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan.  Her wiha girseyê bi dirûşman bertek nîşanî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî da û gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” berz kir.    ‘QEYÛM DERBEYA SIYASÎ YE’   Di daxuyaniyê de ji ewil Tulay Hatîmogûllari axivî û got: “Li dijî tayînkirina qeyûman em li şardariyan bûn. Tevî gelê xwe me nerazîbûna xwe nîşan da.  Me careke din daxwaza mafên xwe yên demokratîk, kir. Em îro li dijî zîhniyeta qeyûm li vir kom bûn. Qeyûm, binpêkirina mafê bijartin û hilbijartinê ye. Qeyûm, derbeyeke siyasî ye. Ji ewil qeyûm li Kurdistanê ketin meriyetê. Niha jî ji Esenyurtê heta gelek cihan tayîn dikin. Heta li zanîngeh û şîrketan jî tayîn dikin. Qeyûm, berhemeke vê rejîma otorîter e ku li me tê ferzkirin. Em ê nehêlin mafê me yê bijartin û hilbijartinê ji destê me bê standin.    Herî dawî di 15’e Sibatê de qeyûm tayînî Wanê kirin. Ev dîrok girîng e. Salvegera komploya navneteweyî ya li dijî birêz Abdullah Ocalan e ku anîn Tirkiyeyê. Bi taybet jî ev dîrok hatiye hilbijartin û em wateya wê dizanin. Ji 1’ê Cotmehê ve ye çendek hevdîtin hatin kirin û pêvajoyek heye. Ev qeyûm jî bersiva van hevdîtin û diyalogê bûn. Em vê feraseta qeyûmperest û derbeya siyasî ya îktîdarê şermezar dikin. Û em ê li dijî wê têbikoşin. Îktîdara ku digot ‘em ê welêt ji wesayeta leşkeran rizgar bikin’, rejîma wesayetê ya qesrê ava kir. Em vê qebûl nakin.    OPERASYONA LIHEVKIRINA BAJAR   Jixwe hûn xizmetê ji herêmên Kurdan re nakin. Hûn Kurdan weke hemwelatî nabînin û nahêlin xwe bi xwe birêve bibin. Ev yek, şêweyekî îşkenceyê ye. Vê jî bi destê waliyên xwe yên tayînkirinî, bi qeyûm û qeymeqaman dikin. Em vê qebûl nakin. Ev feraseta qeyûm niha li hemû Tirkiyeyê belav dibe. Me ev di Şaredariya Esenyurtê û di lihevkirina bajar de dît. Duh em bi operasyoneke nû hişyar bûn. Hevalên me yên ked dane HDK’ê hatin binçavkirin. Em careke din ji vir bangî qesrê dikin; HDK û hemû zemînên siyasî û civakî yên me li ser zemîna lihevkirinê ava kirin, rûmeta me ne.    EM Ê DEV JÊ BERNEDIN   Weke DEM Partiyê em ê dev ji têkoşîna azadiyê bernedin. Tevî provakasyonên wan jî em ê ji bo avakrina aştî û demokrasiyê têbikoşin û her tim bibêjin aştî.”    YÊN BÛNE SEDEMA QEYÛM    Tuncer Bakirhan jî wiha got: “Îradeya Kurdan, a gelên Tirkiyeyê îro li vir e. Weke nûnerên dengê 6,5-7 milyon kesan ji bo vegotina neheqî, bêhiqûqî û derbeya hatiye kirin li vir in.    Qeyûm xesp e. Ev hikûmet, bi destê qeyûman bû sê serdem îradeya gelê me xesp dike. Kurd, kedkar û bindest îradeya xwe hildibijêrin û ev îktîdar vê îradeyê nas nake. Ma di rejîmeke wiha de em dikarin bibêjin demokrasî heye? Hûn dê têk biçin. Dê xelkên Mêrdîn, Colemêrg û deverên din we di sindoqê de têk bibe. Ya ku hûn dikin dizî ye, bêusûlî ye, nelirêtî ye. Em careke din hikûmeta ku vê diziyê dike hişyar dikin; dev ji vê diziyê berdin, dev ji xespkirina îradeya gel berdin û rêzdar bin. Ma sepaneke wiha dibe? Dê hilbijartin bê kirin, gel dê nûnerên xwe hilbijêre û hûn ê memûrekê mêtingeriyê tayîn bikin. Em vê qebûl nakin.    EM BI AŞTIYÊ RE NE   Em bi aştiyê re ne. Li ser maseya vê îktîdarê înkarkirina Kurdan heye. Pişaftina li dijî Kurdan heye. Tayînkirina qeyûman heye. Bi roja ye em li ser çareserî û aştiyê difikirin. Lê li ser maseya îktîdarê tayînkirina qeyûman heye. Em niha ji gelên Tirkiyeyê dipirsin; vaye hûn bibêjin ka kî bi çareseriyê û kî bi sabotekirina aştiyê re ye? Divê gelên Tirkiyeyê vê neheqiyê bibînin û dengê xwe bikin. Tayînkirina qeyûm, hewldana tunekirina mafê bijartin û hilbijartinê ye. Em dibêjin divê êdî ev feraseta qeyûmperest bi dawî bibe.    OALAN DIBÊJE RÊZÊ BO ÎRADEYA GEL BIGIRIN    Birêz Ocalan dibêje ku bila aştî bê vî welatî û tu gel û bawerî li derve neyên hiştin. Dibêje ku rêzê ji bo îradeya gel bigirin. Em piştgiriyê didin vê. Lê li hemberî me zîhniyeta qeyûmperest heye. Qeyûm tenê ne pirsgirêka Kurdan e. Lewma divê em tevek bi hev re li dijî vê zîhniyeta qeyûmperest û vê derbeya siyasî têkoşîna hevpar bimeşînin.    ÊDÎ AŞTIYÊ BÎNIN SER MASEYA XWE   Weke hûn jî dizanin, birêz Ocalan daxuyanî dabû. Em piştgiriyê didin vê daxuyaniyê. Li Tirkiyeya birêz Ocalan difikire cihê zîhniyeta qeyûmperest tune ye. Tifaqa Kurd û Tirkan heye. Komara demokratîk a hemû gel û bawerî tê de bi hev re dijîn heye. Zîhniyeta qeyûm her wiha sabotaja li dijî nîqaşên aştiyê ye. Tê wateya nenaskirina îradeyê. Em careke din bang li wan dikin; dev ji vê feraseta xwe ya qeyûmperest berdin. Aştiyê deynin ser maseya xwe ya aştiyê. Nexşerêyeke ku rêya demokratîkbûna Tirkiyeyê vedike amade bikin. Tevahiya Tirkiyeyê ji bo çareseriyê fikrên xwe dibêje lê îktîdar bêdeng e. Gelo hûn bi qeyûman bersivê didin? Tevî van jî em ê aştiyê biparêzin û xwedî li îradeya xwe derkevin. Tevî vê zîhniyeta qeyûmperest jî em ê bibêjin aştî, muzakere û diyalog.”