Têketina Qaxizmanê hate qedexekirin 2025-02-21 13:19:16   QERS - Piştî 6 sal û 3 meh cezayê hefsê li Hevşaredarê Qaxizmanê Mehmet Alkan hatî birîn, têketina navçeyê hate qedexekirin. Hevşaredaran jî pankarta “Em bi hilbijartinê hatin bi qeyûm naçin” li avahiya şaredariyê daliqandin.    Li Hevşaredarê Qaxizman a Qersê Mehmet Alkan 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn. Bertekên li dijî cezayê hatiye dayin didomin. Hevşaredarên Qaxizmanê diyar kirin ku ev cezaye ji bo tayînkirina qeyûm weke hincet hatiye dayin. Hevşaredaran, pankarta “Em bi hilbijartinê hatin bi qeyûman naçin” li avaahiya şaredariyê daliqandin.    KETINA NAVÇEYÊ TÊ ASTENGKIRIN   Piştî ceza li Alkan hate birîn, ketin û derketina ji navçeyê hatin qedexekirin. Walîtiya Qersê şevê din ji bo 10 rojan qedexeya çalakî û xwepêşandanan ragihand. Her wiha li tevahiya rêyên ber bi Qaxizmanê ve diçin jî noqteyên kontrolê hatin danîn. Welatiyên dixwazin biçin Qaxizmanê tên sekinandin û paşve tên vegerandin. Di serî de Hevserokê DEM Partiyê yê Qersê û gelek DEM Partiyî hatin sekinandin û nehiştin biçin navçeyê.