Rojnameger Cengîz Altun li ser gora xwe hat bibîranîn 2025-02-24 13:42:34   Êlih - Rojnameger Cengîz Altun di salvegera 33’yemîn a qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya li Êlihê hat bibîranîn. Di bîranînê de hat gotin ku di salên 90’î de rojnamegerên Kurd li naverasta kolanan dihatin qetilkirin û heman zîhniyet îro bi SÎHA’yan qetil dike.    Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) bi boneya 33’yemîn salvegera qetilkirina rojnameger Cengîz Altun, li ser gora wî ya li Goristana Çamlica ya Êlihê bernameya bîranînê li dar xistin. Endamên DFG, MKG, malbata Cengîz Altun, rêveberên DEM Partiyê û DBP’ê yên Êlihê tev li bernameya bîranînê bûn.    Beşdaran, wêneyên Cengîz Altun û qurnefîl danîn ser gorê. Bîranîn, bi rêzgirtina ji bo cangoriyên Çapemeniya Azad dest pê kir.    'ROJNAMEGERÊN KURD ÎRO BI SÎHA’YAN TÊN QETILKIRIN’    Di bîranînê de ji ewil endamê DFG’ê Bîlal Guldem axivî û diyar kir ku yek ji cangoriyên ewil ê Çapemeniya Azad, Cengîz Altun e. Guldem, di şexsê Cengîz Altun de hemû cangoriyên Çapemeniya Azad bibîr anî. Guldem, da zanîn ku di salên 90’î de rojnamegerên Kurd li naverasta kolanan dihatin qetilkirin û îro jî li Rojava û başûrê Kurdistanê bi bombebarana SÎHA’yan tên qetilkirin. Guldem, got ku ew ê her tim li ser şopa cangoriyên Çapemeniya Azad bin, ala têkoşînê her tim li ba kin û pênûsa wan li erdê nehêlin.    'BI HEZARAN ROJNAMEGERÊN KURD LI SER ŞOPA WAN IN’    Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû jî di bîranînê de wiha got: “Cengîz Altun şehîdê ewil ê Çapemeniya Azad e. Bi kuştina Cengîz re xwestin dengê heqîqeta Kurdan jî bikujin. Lê heqîqeta gelê Kurd ewqas bi hêz bû, bi pey Cengîz Altunan re bi hezaran rojnamegerên Kurd li dinyayê rabûn. Di salên 90’î de bi destê Hîzbullahê û JÎTEM’ê rojnameger dihatin kuştin lê îro jî rojnameger tên girtin û li Rojava û Başûr jî hevalên me yên rojnameger bi SÎHA’yan tên kuştin. Zîhniyeta salên 90’î hê jî li ser kar e û îro jî rojnamegeran dikujin. Lê belê hêz û qeweta Cengîz Altunan îro zindîtir e û em îro bi hezaran rojnamegerên Kurd dengê gelê Kurd li hemû cîhanê radigihînin. Pênûsa cangoriyên me li erdê nema û wê ev heqîqet û têkoşîn qet neşikê. Em ji vir bang dikin û dibêjin; wê heqîqet neyê kuştin û Çapemeniya Azad neyê bêdengkirin.”   'ZALIMAN NEXWESTIN DENGÊ KURDAN BÊ BIHÎSTIN’    Hevserokê DEM Partiya Êlihê Mûstafa Tekîk jî hemû kedkarên Çapemeniya Azad ên hatine qetilkirin bi bîr anî. Tekîk, anî ziman ku sed sal in li ser gelê Kurd û Kurdistanê komkujî tên kirin û wiha domand: “Li dijî van komkujiyan jî sed sal in têkoşîn û berxwedana gelê Kurd a heqîqetê didome. Hemû zalim û desthilatdar naxwazin dengê gelê Kurd were bihîstin. Cengîz Altun û hemû hevalên xwe bi rojnamegeriyê dixwestin deng û daxwaza gelê Kurd li cîhanê belav bikin. Lê zaliman û desthilatdaran nexwest ku Kurd bibin xwedî maf û statu û xwestin Kurdan qir bikin. Zaliman civakek serî tewandî ji xwe re çêdikirin. Lê Cengîz Altun û hevalên xwe nehiştin gelê Kurd bêziman û bêagahî bimînin. Em ê her tim cangoriyên heqîqeta Kurdistanê bibîr bînin. Em ê her dem têkoşîna cangoriyên xwe bilind bikin.”    'DÊ ZILM BI SER NEKEVE’    Paşê jî dayika Cengîz Altun, Turkan Altun axivî. Turkan Altun, di serî de ji tevahiya Çapemeniya Azad û gelê Kurd sersaxî xwest. Turkan Altun, anî ziman ku dewlet zilm û zorek dijwar li ser gelê Kurd kiriye û got ku wê ev zilma dewletê negihîje armanca xwe.    ‘EM SOZA WE BICIH TÎNIN’   Birayê Cengîz Altun, Azad Altun jî di bîranînê de li ser navê malbatê bixêrhatina hemû mêvanan kir. Azad Altun, destnîşan kir ku wan 33 sal berê rojek wek îro ew li ser vê gorê bûn û wan sozek dabû Altun û wiha got: “Îro vaye em wê soza xwe bicih tînin. Me gotibû wê pênûsa te li erdê nemîne û neşikê. Belkî ew roj em kesek hatin qetilkirin û xwestin wî ruhê ragihandina azad qut bikin lê îro em bi hezaran rojnamgerên Kurd hene û li ser pêya ne û li hemû dinyayê belav bûn e. Îro bi saya rojnamegerên Kurd ku li ser şopa Cengîz Altûn, Hafiz, Orhan û Apê Mûsayan rojnamegeriyê dikin, dengê Kurdan li hemû cîhanê belav dibe. Ew hişmendiya salên 90’î îro jî li ser kar e. Her roja ku diçe hişmendiya azadbûnê belavtir û bilindtir dibe. Em bi saya cangoriyên xwe gihîştin van rojan. Em carek din hemû cangoriyên xwe bi hurmetî bibîr tînin û em dibêjin wê pênûsa we li erdê nemîne û wê kenê we neçilmis e.”    Bernameya bîranînê piştî axaftinan bi dawî bû.