Der heqê rojnameger Kanbal de lêpirsîn hate destpêkirin 2025-02-24 14:13:32   MÊRDÎN - Ji ber nûçeya têkildarî nelirêtiyên li Şaredariya Midyadê ya AKP’î, der heqê rojnameger Ahmet Kanbal de lêpirsîn hate destpêkirin.    Ji ber ku têkildarî nelirêtiyên Şaredariya Midyadê ya AKP’î de nûçe çêkirin, der heqê nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ahmet Kanbal de bi îdiaya “agahiyên xelet bi gel re parve kiriye” lêpirsîn hate destpêkirin. Hat zanîn ku lêpirsîn, li ser daxwaza Şaredariya Midyadê hatiye vekirin. Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê di çarçoveya lêpirsînê de ji bo îfadeyê bang li Kanbal kir û Kanbal îfade da. Kanbal, di îfadeya xwe de got ku nûçeya çêkirî rast e û di çarçoveya mafê agahîgirtinê yê gel de nûçe amade kiriye. Piştî îfadeyê jî Kanbal ji emniyetê derket.    ŞAREDARIYÊ 4 KES JI KAR DERXISTIBÛ   Derketibû holê ku AKP’ê heqê lêçûnên di dema hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê de kiribûn û yên lêçûnên Mihrîcana Çandê ya Midyadê nedabû. Piştî ev bûyer derketî holê, hate tespîtkirin ku Midûrê Nivîsgeha Taybet ê Şaredar Veysî Şahîn ê bi navê Halîl P. jî di nav de 4 xebatkarên şaredariyê nêzî 60 milyon TL ji qaseya şaredariyê derxistine û ji bo pereyê dijîtal razandiye. Di encama lêkolîna nava şaredariyê de hate îdiakirin ku pere li pereyê dijîtal hatiye windakirin û li ser vê yekê her 4 kes ji peywirê hatin dûrxistin. Şaredariya Midyadê bûyer derewandibû lê sedema avêtina ji şaredariyê ya wan kesan venegotibû.