HSD: Êrişên dagirkeriyê hatin têkbirin 2025-02-25 11:47:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Ragihandinê ya HSD’ê diyar kir ku hêzên wan êrişên ser 3 nuqteyan têkbirine.    Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bîlançoya şer û pevçûnên di nava 24 saetên dawî de qewimîn aşkera kir. HSD’ê, diyar kir ku êrişên ser 3 eniyan hatine têkbirin.    Daxuyaniya HSD’ê wiha ye:    “Şervanên me duh (duşem) li hemû eniyan tevahî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser nuqteyên hêzên me têk birin.   BENDAVA TIŞRÎNÊ   Eniya Bendava Tişrînê; balafirên şer rêzeêrişên xwe li ser derdora Bendava Tişrînê berdewam kirin. Di heman demê de bi obusên giran herêm topbaran kir. Çeteyan bi desteka hewayî û topbarana obusan hewl da êrişî nuqteyên hêzên me bikin. Şervanên me bersiv dan û şerekî dijwar rû da. Di şer de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn, lê hejmara wan nehat tesbîtkirin.   Çeteyan hewl da bi dronên xwekuj careke din êriş bikin. Şervanên me êriş têk birin û 4 dron xistin.   ENIYA QEREQOZAQÊ   Eniya Pira Qereqozaqê; gundê Tîna yê nêzî pirê gelek caran ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker hat bombebaran kir. Artêşa dagirker û çeteyên wê bi zêdetirî 110 guleyên obusên giran, tank, roket û hewanan gundên Tîna, Cada, Bîr Hiso, Xeseq, Dîkan, Melha, Siaa û Girê Sêvî û Qereqozaqê topbaran kirin, di encamê de zirarên madî yên mezin li mal û milkên şêniyan bûn.   Hemwextî êrişên hewayî û topbarana obusan, çeteyan êrişî nuqteyên hêzên me kir, şervanên me bersiva êrişan da û şer rû dan. Di şer de 2 çete hatin kuştin û hinên din birîndar bûn, her wiha derb li 2 erebeyên çeteyan xistin. Şervanên me êrişeke din a çeteyan a li derdora Pira Qereqozaqê şikandin di encamê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn, li hejmara wan nehat zanîn, di şer de 2 kamereyên mobesse û nuqteyeke çeteyan ku jê êrişî hêzên me dikin, hatin rûxandin. Li eniya bakurê rojavayê pirê jî piştî êrişa çeteyan, di navbera hêzên me û çeteyan de şer derket. Di encamê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn û yên din jî ji qadê reviyan.   ENIYA DÊR HAFIRÊ   Eniya Dêr Hafir; çeteyan ji gundê Îmamê êrişê nuqteyek hêzên me kir. Şervanên me bersiva êrişê dan û şer derket. Di şer de hejmarek çete hatin kuştin, hejmarek birîndar bûn û erebeyek wan hat rûxandin. Hejmarek çete hewl dan bikevin nuqteya hêzên me lê şervanên me hewldan têk bir û 2 çete girtin û yên din jî reviyan.   Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora bajarokê Şêxler (Şiyûx) bi çekên giran topbaran kirin. Di encamê de zirarên madî çêbûn. Tevgera balafirên şer li ser herêmê nesekinî.   Di tevahiya rojê de balafirên şer û yên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker li ser Eyn Îsa û gundewarên wê digeriyan.