ROJEVA 28’Ê SIBATA 2025’AN 2025-02-28 09:00:44   * Wezareta Karên Hundir a ku di sala 2023'an de bersiva pêşniyazpirsa ji bo "çeteya fihûşê" hatibû dayîn da, der barê lêpirsîna "çeteyên fihûşê" ya 11 salan hat meşandin de yek agahî jî cih neda. Parlamenter Newroz Uysalê got: "Ne pêkan e ku haya wezaret û dewletê ji fihûşê tune be."    * Karkera malê Sûltan Karasûyê diyar kir ku ew ê ji bo mafên xwe di 8'ê Adarê de li qadan bin û got: "Tişta ku em dixwazin keda me were dîtin û cihê me di qanûnê de hebe."   * Şande ji hêla Abdullah Ocalan ve bi moraleke xweş û bicoş hate pêşwazîkirin. Hevdîtin 4 saetan domiya û bi 3 kamerayan dîmen hatin kişandin. Aliyê herî balkêş ê bangawaziyê jî ew bû ku gotina piştî xwendina metnê ya ku Ocalan ji şandeyê re gotibû.    * Kasim Karataş ku 33 salan di girtîgehê de mabû, banga Abdullah Ocalan li Qada Şêx Seîd guhdarî kir. Karataş, got: “Birêz Ocalan gava ewil avêt, ev ne dawî lê destpêkek e. Ev peyam ji her kesî re ye. Îktîdar êdî mecbûr e tişta dikeve ser milê xwe bike.”     * Ma Musicê di nava 8 salan de bi ruhekî kolektîf xwe gihand 30 hezar zarokan, gelek şaxên xwe vekir û 3 pirtûkên girîng çap kir. Şêrko Kanîwar, diyar kir ku xebatên wan “di penavê de dilopek in” û got: “Heke çanda me ji dest me biçe, em hemû derfetên xwe seferber bikin jî nikarin dîsa li xwe vegerînin.”    * Dayikên Aştiyê diyar kirin ku ew piştgiriyê didin banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û gotin ku ji bo aştiyeke birûmet divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe.    * Rojnameger Oral Çalişlar diyar kir ku heke bangawaziya Abdullah Ocalan baş were nirxandin, Tirkiye dikare pêşerojeke baş ava bike.    * Şaredariya Sûrê dê li Taxa Dabanoglûyê Navenda Şêwirmendiyê ya Jinan veke. (11.00)   * Şaxa ÎHD’a Enqereyê dê bi boneya meha 158’emîn a Komkujiya Roboskê li Cadeya Sakaryayê daxuyaniyê bide. (13.30)   * Li Şirnexê dê li dijî projeya HES’ê ku DSÎ dixwaze li ser Rûbarê Nerduşê çêbike, daxuyanî bê dayin. (14.30)