Serokê EMEP’ê: Divê gavên ku qada maf û azadiya fireh dikin bên avêtin 2025-02-28 13:02:29   ÎZMÎR - Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan diyar kir ku dê banga hatiye kirin bandoreke mezin li Tirkiye û Rojhilata Navîn bike û got: “Divê dewlet gavên ku daxwazên neteweyî yên gelê Kurd cîbicî dike biavêje.”    Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir û piştre jî banga dîrokî ya Abdullah Ocalan bi raya giştî ya cîhanê re hate parvekirin.    Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Seyît Aslan banga Abdullah Ocalan nirxand û got ku gava li Îmraliyê hatiye avêtin ji bo pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd banga ewil e. Aslan, wiha got: “Ji bo pevçûnên bi dehan salan e didomin û avakirina zemîna pêvajoya demokratîk, bangekî girîng bû. Li gorî me girîng e ku têkoşîn li ser zemîneke demokratîk were dayin û pêşiya nîqaşan were vekirin. Pirsgirêka Kurd bandorê li ser qadeke mezin dike. Bêguman banga çekberdanê ya ji bo tevgera ku weke serhildana dawî ya Kurd tê pênaeskirin dê bi xwe re gelek tiştan bîne. Dê bandora xwe hem li Tirkiyeyê hem jî li Rojhilata Navîn bike.”    'DÊ TÊKOŞÎNA KURDAN BIDOME’   Bi domdarî Aslan anî ziman ku dê têkoşîna gelê Kurd a li ser bingeha mafê zimanê dayikê û mafên wekheviyê bidome û wiha pê de çû: “Di esasê xwe de bingeha pirsgirêkê ew e ku mafên neteweyî nayên qebûlkirin. Lewma têkoşîna ji bo van mafan dê bidome. Dê têkoşîna gelê Kurd a ji bo wekhevî, demokrasî û azadiyan bidome. Dema mirov li axaftina Efkan Ala dinêre, dibînin ku dê taktîka bisekine û bibîne bi kar bînin. Ev helwest, helwestekî rast nîne. Heke îktîdar bi rastî jî çareseriyê bixwaze, tiştên divê bike pir zelal in. Ji ewil divê bi nûnerên Kurdan re bicive û biaxive. Divê ji bo çareseriya pirsgirêkê sererastkirinên qanûnî bike û bi hezaran siyasetmedarên dîlgirtî berde. Divê dawî li tayînkirina qeyûman bîne û hevşaredarên ji peywirê hatine dûrxistin dîsa dest bi kar bikin. Di serî de perwerdeya bi zimanê dayikê, divê ji bo daxwazên din gavan biavêje. Hewceye dawî li operasyonên derveyî sînor bîne. Divê zextên li ser siyasetê, girtin û binçavkirin bi dawî bibin û sererastkirinên qanûnî ku daxwazên Kurdan bicih tîne bên derxistin. Divê gavên ku qada maf û azadiyan mezin dike bên avêtin. Heta ev gav neyên avêtin dê tu encamgiriyeke gotinan nebe.”