‘Bila êriş bên sekinandin û makezagoneke nû bê çêkirin’ 2025-02-28 14:08:39   ENQERE - Siyasetmedarên ku banga dîrokî şopandin, banga amadekirina makezagoneke nû ya demokratîk û sekinandina êrişan kirin.    Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî hevdîtina sêyemîn, li Stenbolê banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi raya giştî re parve kir. Bang, li gelek navendan bi girseyî hate şopandin. Yek ji van navendan jî Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê bû.    Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên banga dîrokî li vê derê şopandin, banga çêkirina makezagoneke nû ya demokratîk û sekinandina êrişan kirin.    ‘EM JI BANGÊ BI BAWERIN’   Hevberdevka Nûnertiya Anatoliyaya Navîn a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bedriye Irmak, diyar kir ku bi taybet jî jinan girîngiyeke mezin daye banga Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “Ji bo ku ev bang e bi destkeftiyên gelan biencam bibe, ya ji destê me tê em ê bikin. Em ji bangê bi bawerin û gelek qîmet didinê. Divê hemû derdorên civakî piştgiriyê bidin vê bangê. Kurdan û birêz Abdullah Ocalan tişta diket ser milê xwe pêk anîn, rola xwe lîstin û tişta pêwîst kirin. Êdî divê serokkomar Tayyîp Erdogan, CHP, AKP û her kes di vê pêvajoyê de bêhtir berpirsyartiyê li xwe bigire. Îktîdar, divê ji bo destûra bingehîn a nû gavan biavêje. Di vê çarçoveyê de divê êrişên xwe yên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bide sekinandin. Me soza xwe bicih anî û divê ew jî soza xwe bigirin û pê bikin.”    ‘GIRÊDAYÎ GAVÊN DEWLETÊ YE’   Hevserokê DEM Partiyê yê Enqereyê Fatîn Kanat jî wiha got: “Ev bang, balê dikişîne ser zemîneke ku mafên hemû gel û baweriyan digire navxwe. Ji bo bang cihê xwe bigire, divê dewlet gavan biavêje. Heke îktîdar van gavan erênî û rast binirxîne, divê şert û mercên hiqûqî yên Serok Ocalan qala wan dike bicih bîne. Bi vî awayî bi rastî jê dê zemîna aştiyeke birûmet çêbibe. Em vê bangê bi vî awayî dinirxînin. Heke îktîdar qanûnên pêwîst derxîne û rewşekî siyasî ya erênî biafirîne, wê demê dê aştî bibe. Ji bo jiyaneke azad û demokratîk, dê têkoşîna me bidome.”    ‘EV PÊVAJO JEHRKUJ E’   Endamê Meclisa Kedê ya HDK’ê Yilmaz Demîrcî jî got: “Banga dîrokî ya Abdullah Ocalan, hêzeke mezin daye hemû kesên ji bo ked, demokrasî û aştiya civakî têdikoşin. Ev pêvajo, jehrkuja şer e. Divê tevahiya derdorên civakî ji bo ev rojên tarî dîsa neyên, ji bo kesek êdî nemire û ji bo aştiyê bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidin. Weke kedkaran em piştgiriyê didin. Ji vir û şûnde êdî dê dewlet û hikûmet rê û rêbazan pêş bixe. Divê bi awayekî lez û bez qanûnên heyî demokratîk bikin, qanûnên derbeya 12’ê Îlonê bên guherandin û welat demokratîk bibe.”