‘Divê ji bo mafê hêviyê di qanûnan de guhertin bên kirin’ 2025-03-02 09:03:21 AMED - Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û got: “Hewceye ji bo ‘Mafê hêviyê’ di qanûnan de guhertin bên kirin.”  Piştî banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, çavê gel li gotina Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ye ku di civîna koma partiya xwe de li Meclisê digot; “Heke vê îradeyê nîşan dide, bila di mijara mafê hêviyê de di qanûnan de heta dawiyê derî lê bên vekirin.”    Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî di vê çarçoveyê de duh li Amedê li Navenda Giştî tevî endamên xwe daxuyanî da û ev bang kir: “Ji bo ‘Mafê hêviyê’ yê birêz Ocalan divê di qanûnan de guhertin bên kirin.”    Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak têkildarî banga Abdullah Ocalan û “Mafê hêviyê” de axivî.    ‘WEKE GAVA EWIL DIVÊ MERCÊN XEBATÊ BÊN AFIRANDIN’    Çakmak, mînakên çareseriyê yên li cîhanê bi bîr xist û got ku aliyê hiqûqî di van pêvajoyan de gelek girîng in. Çakmak, gava ewil û sereke ya aliyê hiqûqî jî wiha vegot: “Birêz Abdullah Ocalan li Girtîgeha Girava Îmraliyê di nava pergala tecrîdê de ye û divê ev tecrîd bê bidawîkirin. Ji bo Abdullah Ocalan bikare vê pêvajoyê birêve bibe, divê mercên xebatê bên afirandin. Divê îktîdar bingeha wê ya hiqûqî ava bike. Ger ev nebe, dê her gavek pir xetere be. Lewma divê ji bo guhertina şert û mercên birêz Abdullah Ocalan tê de ye guhertinên hiqûqî bên kirin. Piştî vê gavê, ji bo her gava muzakereyên di navbera birêz Abdullah Ocalan û dewletê de guhertinên qanûnî bên kirin.”    ‘DIVÊ RASTE RAST BI RÊXISTINA XWE RE PÊWENDIYAN DEYNE’    Bi domdarî Çakmak, wiha got: “Qanûna di pêvajoya 2013-2015’an de hatibû derxistin heye. Bi şertê ku ew qanûn mayinde be, ji bo her gavê divê di qanûnan de guhertin bên kirin. Ji ewil divê mercên înfazê yên Girtîgeha Girava Îmraliyê bên guhertin da ku birêz Abdullah Ocalan bikare pêvajoyê birêve bibe. Her wiha divê bikare bi pisporên neteweyî û navneteweyî re hevdîtinan bike. Divê parêzerên wî bikarin bêyî astengî pê re hevdîtinan bikin. Divê bikare raste rast bi rêxistina xwe re pêwendiyan deyne. Ji ber ku ew bi xwe bi dewletê re hevdîtinan dike.”    ‘DIVÊ DI QANÛNAN DE GUHERTIN BÊN KIRIN’    Di berdewamê de Çakmak biryara DMME’yê ya “Mafê Hêviyê” bi bîr xist ku Komîteya Wezîran ji bo cîbicîkirina wê salek dem daye Tirkiyeyê bi bîr xist û got: “Divê Tirkiye di nava salekê de di qanûnên înfazê de têkildarî cezayê hefsê yê muebbeta girankirî guhertinan bike. Lê ji bo birêz Abdullah Ocalan dê mafê hêviyê bi tena serê xwe têr neke. Ji bo merc ava bibin divê di qanûnan de guhertin bên kirin. Guhertina di ‘mafê hêviyê’ de ne tenê wî, dê hemû kesên bi cezayê muebbeta girankirî hatine cezakirin bibandor bike.”     ‘XWEDÎ GIRÎNGIYEKE JIYANÎ YE’   Çakmak, wiha bi dawî kir: “Daxwaza azadiya birêz Abdullah Ocalan ne daxwazeke wî ya şexsî ye. Ji bo serkeftina pêvajoyê ev girîng e. Bi rastî jî pêvajoyeke biêş e. Pêvajoyek dest pê kir lê ya girîng pêvajoya piştre ye. Lewma ji bo ev pêvajo bidome divê şert û merc bên afirandin. Divê provakasyonên îxtîmalî jî em pêş çavan bigirin û ev yek xwedî girîngiyeke jiyanî ye.”    MA / Mujdat Can