Hevseroka KNK'ê: Banga Ocalan formula çareseriyê ye 2025-03-02 09:38:21 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûrad diyar kir ku banga Abdullah Ocalan formula çareseriyê ye û got: “Em di qonaxa destpêkeke nû de ne. Banga dîrokî, destpêka perspektîfa têkoşîneke nû ye.” Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 27’ê Sibatê de li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir û piştre jî banga dîrokî ya “Aştî û Civaka Demokratîk” bi raya giştî re parve kir. Banga dîrokî li seranserî cîhanê deng veda.    Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeyneb Mûrad têkildarî peyam û banga dîrokî ya Abdullah Ocalan ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin kir.    'DEM HATIYE KU BIBE QONAXA ÇARESERIYÊ'    Zeyneb Mûrad, diyar kir ku Abdullah Ocalan formûla civaka demokratîk û ya aştiyane xal bi xal vegotiye û got ku ev bang ne tenê gelê Kurd tevahiya gelan û cîhanê eleqeder dike. Zeynep Mûrad, wiha got: “Peyam û banga birêz Abdullah Ocalan di hundirê xwe de gelek tiştên girîng dihewîne. Di serî de jî ev meseleya çareseriya aştî û civaka demokratîk xala herî girîng ku birêz Abdullah Ocalan destnîşan kiriye. Di bangawaziyê de nirxandinên cuda hebûn lê ya herî girîng ku em di vê peyamê de bibînîn tevî ku 26 sal di hundirê girtîgehê de  di bin esaretê de îspat kir ku şîroveyên wî ji bo vê qonaxê ku em tê de dijîn çawa gelê Kurd, çawa gelê herêmî û Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê dê çawa bersiv bide vê peyamê ku em hemû bigihîjin aşitiyeke mayinde û çareseriyek demokratîk. Em behsa pêvajoyeke sedsalî ya tunekirina vî gelî dikin. Lêbelê em gihiştine wê qonaxê ku em tenê dikarin vê pirsgirêkê bi aştiyê çareser bikin. Ev peyam û bangawaziye ne tenê Tirkiyeyê eleqeder dike tevahiya herêmê eleqeder dike ev tevahiya cîhanê eleqeder dike. Li vir rastiyek jî heye di van 10 salan de, di nav de Tirkiye jî heyî bi şer û tundiyê nekarîn pirsgirêka Kurd çareser bikin û negihiştin armancên xwe. Loma niha demê wê hatiye ku ev qonax bibe qonaxa çareseriya aştiyê. Loma peyam di nav xwe de gelek tiştan dihewîne."   'BANG ÇARESERKIRINA HEMÛ PIRSGIRÊKA YE'   Zeyneb Mûrad, anî ziman ku peyama Abdullah Ocalan a dîrokî ji bo alozî û pirsgirêkên cîhanê nexşereya çareseriyê ye û ev tişt anî ziman: “Her çiqas şîroveyên cuda bên kirin jî ev di rastiya xwe de peyama aştiyê ye, peyama demokratîkkirina civakê ye, peyama siyaseta demokratîk e ku Kurd û hemû pêkhateyên civakê bikaribin bi hevre bijîn. Loma ez dikarim bibêjim peyameke dîrokî ye. Di van şert û mercan de tê xwestin pêngavên şênber bên avêtin. Ev dê pêngaveke gelek girîng be taybet weke dewleteke Tirkiyeye. Ev bangawazî ne tenê ji bo çareserkirina pirsgireka Kurde, ji bo çareseriya tevahiya Tirkiyeyê ye. Em hemû dizanin ku Tirkiye di qeyranên mezin de derbas dibe. Ji derveyî wê qeyranên derve hene, herêmî û cîhanî hene. Ev bang ji bo van hemûyan derfeteke ku çareser bikin. Çimkî di hundirê peyamê de jî ev qonax encama pêvajoyeke gelek dîreje. Pêwîst hat dîtin ku banga aştî û azadiyê bê kirin. Ev peyam ne tenê ji gelê Kurd re ji tevahiya gelên cîhanê re ye. Ev firsendeke û divê bê bikaranîn. Ji ber ku êdî dibe ku ev firsend neyê bidestxistin. Bendewariya me, hêviya me û daxwaza me ji birêz Abdullah Ocalan ev bû. Em di wê baweriyê de ne ku ev pêngav bikare hin deriyên din jî veke. Ji bo azadî û aşitiyeke mayinde di hundirê Tirkiyeyê û derveyî Tirkiyeyê de, dê bi xwe re gelek tiştên erênî bîne."   'EV PEYAM DESTPÊKA PERSPEKTÎFA TÊKOŞÎNA NÛ YE'   Zeyneb Mûrad bilêv kir ku ev bangawazî ji bo têkoşîna gelê Kurd destpêkeke û wiha domand: “Piştî banga birêz Abdullah Ocalan gelek şîroveyên cuda hatin kirin. Birêz Abdullah Ocalan di peyama xwe de jî aşkere gotiye ku ev peyam bangawaziya aştiyê ye. Bangawazî çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi şêwazê demokratîk e, banga siyaseta demokratîk e. Kesayete weke rêzdar Abdullah Ocalan bi cesareteke ewqas mezin bangawaziyeke bi rêbazî dike. Ev cesarete bi xwe dibe bersivek. Fikrê wî û felsefeya wî, tehlîlên wî û vegerandina wî ya ji bo qonaxa dîrokî ji dewletên Sumeriyan heta roja îro pir girîng bû. Xal bi xal li ser sekiniye. Îro tevahiya cîhanê krîzan de derbas dibe, şer li her derê heye û belav dibe. Mafê gelan û mafê azadiyê tê binpêkirin. Loma ev xalên berfireh, têgehiştina vê qonaxê pêwîst tê dîtin ku bê bersiv nemîne. Em weke KNK'ê em piştgiriyê didin vê peyamê û em weke peyameke dîrokî dinirxînin. Ev peyam destpêka qonaxeke nû ye. Ji bo ku ev bigihije armanca xwe kar û xebatê dixwaze. Ev têkoşîn dê berdewam bike. Ev bang û peyam destpêk û perspektîfa têkoşîna nû ye."   'DIVÊ DEWLET GAVÊN ŞENBER BIAVÊJE'   Zeyneb Mûrad, diyar kir ku êdî dora dewleta Tirk e û divê Tirkiye gavên şenber biavêje û axaftina xwe wiha qedand: “Rêzdar Ocalan bi berpirsyariyeke dîrokî tevgeriya û niha divê ku dewleta Tirk jî êdî gavên şenber biavêje. Pêwîste ji aliyê hiqûqî, qanûnî gavên şener biavêjin û ev bikeve meriyetê da ku bi xwe re serkeftinê bîne. Ji bo çareserkirina hemû aloziyan ev firsendeke. Loma pêwîstî bi zêde şîrove kirine nîne, peyam eşkere ye. Ev nayê wê wateyê ku dawîbûna têkoşînê ye. Daxwaz heye ku gelê Kurd xwe ji bo siyaseteke demokratîk xwe amade bike. Ev pêngava yêkemîne û wisa diyare ku dê berdewamiya wê bê. Ji bo ku em bigihîjin aştiyeke mayînde, ji bo ku mafê rewa yê gelê Kurd û Kurdistanê bê mîsoger kirin ev deriyeke xebateke berfirehe. Ev pêvajoye tenê PKK'ê eleqeder nake. Ev peyame tevahiya gelê Kurd û tevahiya cîhanê eleqeder dike. Pirsgirêka Kurd ne tenê li Tirkiyeyê heye li gelek deverên cîhanê tê dijîn. Çareserkirina vê pirsgirêkê bi rêbazê demokratîk pêkane ye. Ev bangawaziye herî zêde ji dewleta Tirkiyeyê ye. Ev bangawaziyeke piralî ye. Divê her aliyekê li gorî ruhê vê hemleya ku hatiye destpêkirin tevbigere.”    MA / Zeynep Durgut