'Ji bo çareseriyê êdî dora dewletê ye’ 2025-03-02 09:52:51 EDENE  - Hevserokê AYKAY-DER’ê Mûstafa Yildiz ku di têkoşîna azadiyê de 2 birayên xwe winda kir, diyar kir ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan û got: “Niha dora dewletê ye.”   Hevserkê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin ya Akdenîzê (AYKAY-DER) Mûstafa Yildiz û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Suzan Yildirim, têkildarî banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxandin.    Yildiz ku di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de 2 birayên xwe winda kiriye, diyar kir ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan. Yildiz, diyar kir ku bi banga Abdullah Ocalan re dê di sedsala duyemîn a komarê de pirsgirêk bi rêya diyalog û siyasetê bên çareserkirin û wiha got: “Banga birêz Abdullah Ocalan girîng e û hemû cîhanê qebûl kir. Divê dewlet jî gavan biavêje. Heke bixwazin şer biqede, divê dewlet êdî operasyonan neke. Lê nêzikatiya ‘tu çekan berde, ez ê te bikujim’ nêzikatiyeke rast nîne. Niha êdî dora dewletê ye. Anku dora îktîdarê ye. Êdî divê nexşerêyek bê diyarkirin û li gorî wê tevbigerin.”    'EM ÇARESERIYÊ HEWALEYÎ KESEKÎ NEKIN’    Bi domdarî Yildiz anî ziman ku ji bo Abdullah Ocalan pêvajoyê bikare bitendurist bimeşîne, divê ji hêla fîzîkî ve azad be û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her wiha divê mafên Kurdan di destûra bingehîn de bên misogerkirin. Divê dayikên Kurd û Tirk jî bi destên hev bigirin û piştgiriyê bidin pêvajoyê. Heke Tirkiye pirsgirêkên xwe çareser neke dibe ku mîna Sûriyeyê bibe. Rast nîne ku me tune dihesibînin û înkar dikin. Em vî şerî xelas bikin. Bila dayik negirîn û em aştiya xwe ya navxweyî bikin. Em hewaleyî hêzên hegemonîk nekin. Heke Tirkiye îro aştiya xwe neke dê sibe cuda bibe. Hêzên hegemonîk çi bi Rojhilata Navîn kiribin dê heman tiştî bi serê Tirkiyeyê bînin. Di şer de 2 birayên min jî şehîd bûn. Aqûbeta yekî diyar e lê ya yekî ev 40 sal in ne diyar e. Anku gora wî jî tune ye. Em dixwazin aştî demildest çêbibe û em ê piştgiriyê bidin.”    'DIVÊ AŞTÎ BÊ CIVAKÎKIRIN’   Aktîvîsta TJA’yê Suzan Yildirim jî diyar kir ku ji bo çareseriyê divê dewlet tavilê gavan biavêje û axaftina xwe wiha qedand: “Bêguman daxuyaniya hatiye dayin dîrokî ye, girîng e û biqîmet e. Lê divê em qebûl bikin ku ev tenê destpêkek e. ji bo pêvajo bitendurist bimeşe û bi ser keve, divê aştî civakî bibe. Divê jin bibin pêşengên vê pêvajoyê. Divê em di her qada jiyanê de gotina xwe bikin. Weke mînak, karker, ekolojîst, Elewî, xizan, bêkar û hemû kesên ji pergalê bibandor dibin şirîkên me yên xwezayî ne. Heke em bi van derdoran re nebin yek em nikarin aştiyê civakî bikin. Ji bo avakirina civakeke demokratîk divê em bixebitin, divê em dakevin kolanan, bi gel re pêwendiyan deynin û birêxistin bikin.”