3’yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê ya Navneteweyî di Mijdarê de tê lidarxistin 2025-03-02 13:51:46 AMED - 3’yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê ya Navneteweyî dê di 25’ê Mijdarê de bê lidarxistin.  Beşa Sînemayê ya Serokatiya Daîreya Karûbarên Çand û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest bi amadekariyên civîna 3’yemîn Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Amedê kir. Di navbera 28’ê Sibatê û 1’ê Adarê de bi malovaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê civîn hat lidarxistin û ji welatên cuda gelek sînemager tev li bûn. Di heman demê de nûnerên Mihrîcana Fîlmên Kurd û sînemagerên Kurd jî tev li civînê bûn. Di encama nîqaşên du rojan de starta amadekariyên mihrîcanê hate dayin.    Têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî hate dayin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ev 8 sal in bi destê qeyûman hewl dan me bêziman, bêdeng, bêreng û bêbêhn bihêlin. Saziyên me yên çand û hunerê hatin girtin û mihrîcanên me hatin qedexekirin. Lê belê îro bi dengê aştiyê yê bilind dibe, ji bo bi awayekî azad bêhnê bistînin, Mihrîcana Fîlman a Amedê ya Navneteweyî bi ruhê xwe yê serbixwe, piştevan û azadîxwaz dîsa rêwitiya xwe didomîne. Armanca mihrîcanê ew e ku li dijî feraseta sînemayê tenê weke berhemeke endustriyê dibîne, qadeke demokratîk, civakparêz, wekheviya zayenda civakî, ekolojîk û alternatîf biafirîne.”   'PÊŞKETINA LI SER XETA AZADÎXWAZ Û PIŞTEVANIYÊ’    Bi domdarî hate gotin ku mihrîcan dike ku berhemên sînemayê yên bingeha xwe ji çavkaniyên xwe ji nirxên cewherî yên civakê û xwe bi fikarên madî bisînor nake tên afirandin bigihîne gel û wiha domiya: “Hedef dike ku hunera sînemayê li ser xeta azadîxwaz û piştevaniyê pêş bikeve sûdewer be. Mihrîcan, di sînemayê de curbicuriya hunerî û çandî teşwîq dike û bi taybet jî balê dikişîne ser nûnertiya jinê ya di qada sînemayê de û rola wê ya çalak a di pêvajoya hilberandinê de. Di serî de sînemagerên Kurd, armanc dike ku ji bo sînemagerên Rojhilata Navîn û hunermendên cîhanê yên xwedî heman nirxand zemîneke piştevaniyê û danûstandinan ava bike.”    'DÊ RÊ NEDE SANSURÊ’   Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku mihrîcan, feraseta sînemayê ya serbixwe ku civakê esas digire armanc dike û wiha hat gotin: “Bi vê yekê re hedef dike ku veguhere platformeke berhemên azadîxwaz, şoreşger û civakparêz bîne gel hev. Di serî de fîlmên li Rojhilata Navîn tên çêkirin, yek ji hedefên wê yên esasî ew e ku fîlmên li seranserî cîhanê yên li dijî meseleyên civakî bi hestiyarî nêz dibin bêhtir bide xuyanîkirin. Di salên dawî de li Tirkiyeyê zexteke giran li ser sînemayê heye û gelek mihrîcanên fîlman bi sansur û bisînorkirinan re hatine bîranîn. Di vê çarçoveyê de, 3’yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê ya Navneteweyî dê ji nêzikatiyeke hevrikiyê zêdetir, feraseta piştevaniyê derxîne pêş û dê rê nede sansurê.”    Bi domdarî rêgezên mihrîcanê wiha hatin rêzkirin: “Parastin û piştevaniya bi curbecuriya çandî, wekheviya zayenda civakî û rêgezên azadiya jinê esas digirin. Her wiha dê berhemên di çarçoveya parastina ekolojiyê de hatine çêkirin bêhtir bide xuyanîkirin û piştevaniya bi sînemaya bi zimanê dayikê û gelan bi nasnameyên xwe afirandî.”    MIHRÎCAN DÊ DI MIJDARÊ DE DEST PÊ BIKE   Hat gotin ku bernameyeke piştevaniya senaryoyê ku ji bo pêşketina sînemaya Kurd dibe piştevan jî di mihrîcanê de cih bigire û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Bi piştevaniya senaryoyên bi Kurdî re dê zemîneke afirandinê yê bihêz di qada sînemayê de wer avakirin. Di çarçoveya mihrîcanê de dê fîlmên metraja wan dirêj, belgefîlm û kurtefîlm cih bigirin. Mihrîcana me ku bi hêza veguherandinê ya sînemayê bibawer e, dê hinek temayan diyar bike û di çarçoveya van temayan de xelatên teşwîqkirinê bide. Dê pêşandana fîlman tenê bi eywanên sînemayê bisînor nemîne, dê li qadên servekirî û girtî yên cuda yên bajar jî bên pêşandan. Bi vê yekê re dê xwe bigihîne gelek kesan. Di heman demê de dê bi gotûbêj, panel û atolyeyan jî bike ku di navbera sînemageran de danûstandineke fikrî çêbibe û ji bo sînemagerên ciwan bibe tecrûbeyeke afirîner. Weke encam; dê 3’yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê ya Navneteweî di meha Mijdara 2025’an de bê lidarxistin û armanc dike ku sînemayê bigihîne gelan, hilberîna hunerî teşwîq bike û zemîneke piştevaniyê ya alternatîf ji bo sînemageran biafirîne. Di vê çarçoveyê de jî em li bendê ne ku hemû sînemagerên dost mihrîcana me hembêz bikin û em wan tevan vedixwînin mihrîcana xwe.”