Banga ji bo 'Hevdîtina Jinan a Mezin': Em ê ji bo aştiyê li qadan bin 2025-03-06 09:16:58 STENBOL - Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinarê diyar kir ku ew ê di 8'ê Adarê de di "Civîna Jinan a Mezin" de bên cem hev û got: "Divê em li qadan bin û li dijî polîtîkayên li ser nasnameya jinê tên meşandin dengê xwe bilind bikin û aştiyê biqîrin." Jin wê îsal bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li gelek navendan li qadan bin. Li Stenbolê ku yek ji navendên ku dê 8'ê Adarê lê bê pîrozkirin, amadekariyên jinan didomin. Jin wê îsal li Stenbolê saet di 13.00'an de li Kadikoyê bi dirûşmeya "Têkoşîna bihevre" "Hevdîtina Jinan a Mezin" li dar bixin. Piştre jî wê saet di 19.30'an de bi dirûşmeya "Têkoşîna Femînîst Jiyana Me û Cîhanê Diguherîne" li Taksîmê di "Meşa Şevê ya Femînîst" de bên cem hev.   Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê Arîfe Çinar li ser girîngiya 8'ê Adarê ya îsal axivî.    BANGAWAZÎ Û 8'Ê ADARÊ   Arîfe Çinarê anî ziman ku herî zêde jin ji şer bandor bûne û diyar kir ku banga aştiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girîng e. Arîfe Çinarê got: “Em dizanin ku koçberî hene û li Tirkiyeyê jin rastî kedxwariyê tên. Tam jî di ser vê re, bangawazî rastî 8'ê Adarê hat. Em ê 8'ê Adarê bi dirûşmeya 'Em bi têkoşîna azadiya jinê aştiyê bi rêxistin dikin' pîroz bikin. Em ê bi azadiya birêz Ocalan û di ser vê azadiyê re aştiyê bi rêxistin bikin."   TUNDÎ Û CÎNAYET   Arîfe Çinarê bi bîr xist ku sala 2025'an ji aliyê serokkomar ve wekî "sala malbatê" hatiye îlankirin û got ku jin di nava malbatê de rastî tundiya mêr tên. Arîfe Çinarê got: “Ji tundiya derûnî bigire heta tundiya fizîkî, cinayetên jinan û qirkirina ajinan di ser vê saziya tê pîrozkirin re pêk tên. Di salekê de nêzî 400 jin hatin qetilkirin. Li Tirkiyeyê em bi polîtîkayên ku tê de feraseta mêr a serdest û jin di warê siyasî û yên din de zêde ne xwedî gotin in re rû bi rû ne. Em têdikoşin ku zagona hejmara 6284'an dîsa çalak bibe. Dema ku sala malbatê hat ragihandin, pêşî li vê pirsgirêkê nehat girtin, berovajî vê pirsgirêk hîn bêhtir kûr dibe. Di bin navê pergala xebatê ya nerm de, dixwazin jinan di malan de bihêlin û tenê taybetiya wan a zarokanînê bidein der. Ev rewş tê wateya veqetandina jinan ji qada civakî, çandî û aborî."   TÊKOŞÎNA HEVPAR   Arîfe Çinarê diyar kir ku ji salên 90’î û vir ve tevgera jinên kurd û tevgera femînîst gelek caran hatine cem hev û xebatên hevpar meşandine û got: “Hêzeke ku xeta têkoşînê ya hevpar ava kir heye û ev yek her roj xurtir dibe. Pirsgirêka aştî û demokratîkbûnê ne tenê pirsgirêka jinên kurd e. Divê jinên kurd û jinên tirk bi hev re tevbigerin, xeta têkoşînê ya hevpar ava bikin û bi hev re bin. Divê em hemû li dijî polîtîkayên desthilatê yên li ser jinê û şer dengê aştiyê bilind bikin. Û me ev rê vekir. Lihevhatina gel û baweriyên cuda dewletan diqilqilîne. Vê yekê ji bo polîtîkayên jinan jî bi kar tînin. Jin bi têkoşîna hevpar li dijî polîtîkayên desthilatê derdikevin. Ji ber vê yekê têkoşîna hevpar a jinan pir hêja ye."   Arîfe Çinarê bi bîr xist ku piştî banga aştiyê ew ê 8'ê Adarê pîroz bikin û got: "8'ê Adarê sembola berxwedana jinan e. Wekî jin divê em bibin dengê aştiyê. Jin dikarin li van xakan şer rawestînin. Ji ber vê divê jin li qadan bin. Em bang li hemû jinan dikin ku beşdarî 8’ê Adarê bibin. Divê em li qadan bin û li dijî polîtîkayên li ser nasnameya jinê tên meşandin dengê xwe bilind bikin û aştiyê biqîrin."   MA / Yeşîm Tukel