‘Çareseriya li Tirkiyeyê dê bandorê li gelên rêveberiya xweser jî bike’ 2025-03-06 10:47:51 RIHA - Endama Akademiya Dîplomasiyê ya PYD’ê Îlham Mihemed, diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd dê bandorê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bike û got: “Dema êriş sekinînin, em ê paradîgmaya azadiya jinê, demokratîk û ekolojîk baştir cîcibî bikin.”  Endama Akademiya Dîplomasiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Îlham Mihemed têkildarî bandora banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand. Îlham Mihemed, diyar kir ku banga dawî ji bangên berê cuda ye û got: “Bêguman şert û mercên wê demê û yên niha ne wekî hev in. Pirsgirêkên giran ên li Tirkiye û Rojhilata Navîn êdî xitimî ne. Ev jî berhemda şerên bi sala ye didomin e. Ev jî guherînê ferz dikin.”    Bi domdarî Îlham Mihemed da zanîn ku Kurd pozîsyona Kurdan a îro ji yên demên berê cuda ye û ev tişt anî ziman: “Gelê Kurd êdî li Rojhilata Navîn xwedî gotin e. Kurd tên naskirin. Lewma divê em bi awayekî vî mafê axaftinê û naskirina nasnameyê biparêzin. Gelo dê ev çawa bên parastin, bêguman bi aştî, bi guherîn û veguherînê dibe. Guherîn dê bi xwe re projeyeke nû bîne. Gava çendek berê hatiye avêtin ewqas mezin e ku ji bo hemû mafan aştiyê ferz dike. Bêguman aştiyek çêbibe dê ji ewil pirsgirêka di navbera Tirk û Kurdan de çareser bike. Ji ber ku pêkan nîne her du gel hev tune bikin. Her du gel jî gelên qedîm in. Lewma Rêber Abdullah Ocalan dibêje ku divê projeyeke civakî derkeve holê û hewceye em jî piştgiriyê bidin vê bangê.”    'TIRKIYE GAVAN NAAVÊJE    Îlham Mihemed, got ku divê guherîn û veguherîn Abdullah Ocalan û hemû derdorên civakê di nav xwe de bihewîne û wiha derbirî: “Banga Rêber Abdullah Ocalan li qada navneteweyî jî deng veda. Tevî vê rewşa erênî jî Tirkiyeyê hêj tu gav neavêtiye. Divê Tirkiye nasnameya Kurdan nas bike û mafên Kurdan bide. Hewceye dawî li êrişên xwe yên ser siyaseta Kurd berde. Weke mînak, divê qeyûman tayîn neke û siyasetmedarên Kurd negire. Divê girtiyên siyasî berde. Lewma divê Tirkiye di gavên nû de cih bigire. Di halê hazir de hewceye dewleta Tirkiyeyê û gelê Tirk vê gava aştiyê qebûl bike.”    'XWEPARASTIN MAFÊ SEREKE YE’   Bi domdarî Îlham Mihemed bi lêv kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê avadaniyeke li ser bingeha “xweparastinê” heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şerê Sêyemîn ê Cîhanê vê li me ferz dike. Heke li ser we êrişek hebe, hûn mecbûr in xwe biparêzin û ev mafê we yê xwezayî ye. Şerê tê domandin, bi rêbazên şerê taybet tê kirin. Lewma Şerê Sêyemîn ê Cîhanê ji her du şerên din cuda ye. Di metoda şerê nû de teknîkên pir cuda tên bikaranîna.”    'ME MAFÊN XWE BI TÊKOŞÎNA XWE BI DEST XISTIN’    Îlham Mihemed, destnîşan kir ku weke gelên Rêveberiya Xweser wan bang bi coşeke mezin pêşwazî kirine û axaftina xwe wiha qedand: “Herî zêde em ji şer bibandor dibin. Di encama vî şerî de me bi saya têkoşînê mafên mezin bi dest xistin. Lê em aştiyê dixwazin. Aştiya ku Tirkiye bi PKK’ê re dike, dê bandorê li gelên rêveberiya xweser jî bike. Ji ber ku projeya em dixwazin bixin meriyetê bi sala ye di bin êrişan de ye, me hêj bi rast û durist nexistiye meriyetê. Projeya me, projeya aştiyê ye, çek nîne. Çek, ji bo me tenê amûra parastinê ye. Ne amûra hebûnê ye. Bêguman dema aştî çêbû dê çek kêm bibin. Lewma gelên rêveberiya xweser bi hêvî ne. Ber bi 8’ê Adarê ve, bi felsefeya Rêber Ocalan em ê ji bo aştî û azadiyê gavan biavêjin. Bi van gavan em ê bangê mezin bikin. Bi Şoreşa Rojava re jinan di Rêveberiya Xweser de destkeftiyên mezin bi dest xistin. Ji leşkeriyê heta qadên civakî, hebûna xwe nîşan dan û bûn xwedî gotin. Ev tevek jî bi perspektîfa Rêber Ocalan çêbûn. Lewma jî beriya her kesî jinên li vê xakê dijîn dê piştgiriyê bidin banga Rêber Ocalan.”    MA / Ceylan Şahînlî