Şertê ewil ê pêvajoya nû: Divê girtiyên nexweş bên berdan 2025-03-10 09:02:26 STENBOL - Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku divê dewlet li dijî banga Abdullah Ocalan gavan biavêje û got: “Meseleya girtiyên nexweş mafekî mirovan ê sereke ye ku divê nebe amûra vê pêvajoyê. Divê temînateke hiqûqî hebe û girtiyên nexweş demildest bên berdan.”  Banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de hate aşkerakirin, hêj jî rojeva sereke ye. Piştî bangê, çavê her kesî li ser gavên ku dewlet biavêje ye. Lê heta niha jî tu gav nehatine avêtin. Rêxistinên mafên mirovan jî dibêjin ku gava ewil a pêvajoyê divê berdana girtiyên nexweş be.    HEZAR Û 517 GIRTIYÊN NEXWEŞ HENE   Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD); li girtîgehan 651 jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Li gorî ÎHD’ê, di 9 mehên sala 2024’an de herî kêm 50 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan.    'EM DIXWAZIN PIRSGIRÊK BÊN ÇARESERKIRIN’   Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî, diyar kir ku di pêvajoya nû de weke karê ewil divê girtiyên nexweş bên berdan û wiha got: “Di pêvajoyên çareseriyê de daxwazên têkildarî demokrasî û  mafên mirovan de girîng in. Ji ber ku sozên aştî û aramiyê didin civakê. Divê dewlet dawiyê li bêhiqûqiyan bîne. Weke mînak, dema banga Abdullah Ocalan dihat aşkerakirin herkesî pirsa ‘Gelo dê dewlet kîjan gavan biavêje, dê pirsgirêkên civakê bên çareserkirin?’ kirin. Divê dewlet jî gavan biavêje. Ji ber ku pêvajo di heman deme de bi hewldana dewletê didome. Em dixwazin pirsgirêkên têkildarî maf û azadiyan û girtiyên nexweş de bên çareserkirin. Weke parastvanên mafên mirovan em dibêjin ku divê mafên mirovan esas bên girtin. Ji ewil divê ev pirsgirêkên jiyanî bên çaresekirin.”    'HEWCEYE GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN TEHLIYEKIRIN’    Gulseren Yolerî, anî ziman ku rewşa girtiyên nexweş bi qasî ku weke amûra pêvajoyê neyê bikaranîn, mijareke lezgîn e û wiha pê de çû: “Divê tavilê bên tehliyekirin. Rayeya serokkomar a efûyê heye. Lê dema vê rayeya xwe bi kar tîne cihêkariyê dike. Ji bo berdana bersûcên Komkujiya Sêwasê û Hîzbullahê bi kar anî. Lê ji bo girtiyên din bi kar ne anî. Divê her kesên bi neheqî hatine girtin bên berdan. Di vê pêvajoyê de ji bo girtiyên nexweş divê di mewzûatê de guhertin bên kirin. Girtiyên nexweş biqasî ku weke amûra pêvajoyê neyên bikaranîn mafên mirovan ên sereke ne. Lewma divê divê ji hêla hiqûqî ve temînatek hebe. Piştre jî divê hemû girtiyên nexweş bên berdan.”    RAPORÊN ATK’Ê   Gulseren Yolerî, destnîşan kir ku têkildarî pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyên nexweş de ATK li gorî daxwaza dewletê raporan amade dike û axaftina xwe wiha qedand: “Bêalîtiya ATK’ê cihê nîqaşê ye. Ji ber ku girêdayî Wezareta Dadê ne û ji hêla pisporên mûçeya xwe ji dewletê ve digirin tên amadekirin. Lewma dibe ku li gorî daxwaza dewletê tevbigerin. Dema em li krîtera ‘ewlehiya civakê’ ya nû dinihêrin, heke ATK rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ bide jî ji dozgeriya înfazê û emniyete pirsa ‘Heke ez vî/vê berdim dê ji bo ewlehiya civakê xetere be yan na?’ Dozgerî jî li gorî biryara emniyete biryarê dide. Mînaka herî balkêş jî Abdullah Turan e. ATK’ê got ku divê were berdan lê nehat berdan. Girtiyekî nexweşiya wî giran bû û ji stûyê xwe heta lingên xwe felc bû. Emniyetê ji bo kesekî wiha got; ‘Ji bo ewlehiya civakê xetere ye.’ Bi mehan girtî ma. Anku heta ku ATK û krîtera ‘gefa li ser civakê’ hebe dê her tim biryarên wiha bên dayin.”    MA / Omer Îbrahîmoglû