Xizmên girtiyan: Em bi destên hev bigirin û astengiyên li pêşiya aştiyê rakin 2025-03-10 09:59:32   AMED - Xizmên girtiyan ku demekê bi çalakiya xwe ya nobetê ya li pêşiya girtîgehan bûbûn rojev, bal kişandin ser banga Abdullah Ocalan û gotin: “Ji bo êş bi dawî bibe û aştî çêbibe divê dewlet jî gavan biavêje.”    Malbatên girtiyan ên ku ji bo berdana girtiyên nexweş bi çalakiya Nobeta Edaletê bûbûn rojev, diyar kirin ku ew piştgiriyê didin “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Xizmên girtiyan gotin ku ji bo êşên wan bi dawî bibin, banga Abdullah Ocalan girîng e.    Rabîa Ataş ku keça wê Şîvekar Ataş jî ji girtiyên nexweş e û di çalakiya nobetê de cih digirt, wiha got: “Derîçeyê dilê keça min riziyaye û nexweşiyên wê yên cuda hene. Her 15-20 rojan carekê diçe kontrolê. Keçek a min jî di 2013’an de tev li PKK’ê bû. Ji wê rojê ve em agahiyan jê nagirin. Her roj bi tirsa ku xebereke nexweş were dijîm. Jixwe rewşa keça min a li girtîgehê jî nebaş e.”    Rabîa Ataş, diyar kir ku ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî di nava hewldanên edaletê de ne û wiha got: “Me dixwest ev tecrîd were rakirin. Niha gavek hate avêtin û hêvîdarin ji vir şûnde tiştên baştir çêbibin. Salên demdirêj e em li benda aştiyê ne. Xwîn bi xwînê nayê paqijkirin. Rêberê me gavek avêt, gel jî bi Rêbertiya xwe re ye. PKK’ê jî agirbest ragihand û gav avêt. Lê aştî yekalî nabe. Divê dewlet jî gavan biavêje. Ji ber ku tenê zarokên Kurdan namirin. Yên Tirkan jî dimirin. Bila êdî ev xwîn bisekine. Em dayik naxwazin bêhtir zarokên me bimirin. Heke aştî bibe dê keça min a girtî azad bibe û dê bigihijim keça xwe ya li çiyê. Em aştiyê dixwazin.”    'HETA AŞTIYEKE BIRÛMET EM Ê TÊBIKOŞIN’    Reşahat Ada ku birayê wê Hamdulsena Ada li girtîgeha Tekîrdagê tê ragirtin, diyar kir ku pirsgirêkên tenduristiyê yên birayê wê hene û got: “Her mehê dibin nexweşxaneyê. 16 sal in girtî ye û tehliyeya wî 6 mehan taloq kirin. Weke malbat em keyfxweş bûn ku cezayê wî qediya lê bernadin. Jê re dibêjin ‘tu poşmanî yan na?’ Ew jî dibêje ‘Ev 16 sal in ji vê dozê girtî me, ez ê çawa ji doza xwe poşman bim? Ez poşman nînim.’ Heta ku aştiyeke birûmet û edalet pêk tê em ê têbikoşin. Rêberê me û PKK’ê gavek avêt. Niha dora dewletê ye. Banga min ji bo serokkomar û wezîrê dadê ye; bila gav biavêjin. Divê gavan biavêjin ku dayik negirîn. Em li dijî vê zilmê ne, zilmê qebûl nakin. Bila dayikên Tirkan jî bi destê me bigirin. Ji ber ku em ji bo aştî, biratî û edaletê têdikoşin.”    'ÊŞÊN HER KESÎ HENE LÊ DIVÊ EM BI DESTÊN HEV BIGIRIN’    Sulhiye Saruhan ku kurê wê Mahsum Saruhan li Girtîgeha Tekîrdagê tê ragirtin jî wiha got: “Girtîgeh dûr e lewma ev 6 meh in min nedîtiye. Ji ber şertên aboriyê û tenduristiyê nikarim biçim serdana kurê xwe. Girtina wan bes nake ku îcar sirgunê cihên dûr dikin. Bi vê yekê re zilmê li girtiyan û malbatan dikin. Ez gelek bêriya kurê xwe dikim, hûn dizanin ka dema parçeyeke mirov ji mirov dûr be tiştekî çawa ye? Nikarim xwarinê bixwim ew tê bîra min, nikarim avê vexwim ew tê bîra min. Min du zarokên xwe zewicand lê li cem me nebû. Şîna me çêbû, nekarî li cem me be. Anku parçeyeke me her tim kêm bû. Çavên min her tim li wî digerin. Me dît, lê bila kesên din nebînin. Êdî bes e, bes e, bes e... Bila aştiyek bibe û zêde xwîn nerije. Bila tu dayik negirîn. Me xaka Kurdistanê bi xwîna xwe av da. Me xwişk û birayên xwe, zarokên xwe winda kirin. Êşa Tirkan jî heye. Em dibêjin werin em dayik bi destên hev bigirin. Wê demê tu tiştek nikare pêşiya me bigire û em dikarin hemû astengiyan rakin.”    'DERIYÊN ZINDANA VEKIN’   Sulhiye Saruhan, anî ziman ku banga Abdullah Ocalan gelek girîng e û axaftina xwe wiha qedand: “Me peyama wî di dilê xwe de hîs kir. Em heta dawiyê bi Rêbertiya xwe û bi doza xwe re ne. Çi bikeve ser milê me em ê bikin. Abdullah Ocalan gavek avêt û niha jî dora dewletê ye. PKK’ê agirbest ragihand û çekan bi kar nayîne. Lê dewlet hêj jî êrişan dike. Divê êriş êdî bisekinin. Şerekî 46 sal in didome heye. Ji bo ev şer bisekine divê hemû partiyên siyasî tişta dikeve ser milê xwe bikin. Êdî bes e, bila deriyên zindanan vekin û aştî çêbibe.”    MA / Heval Onkol