Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê dest pê kir 2025-03-10 13:19:26   ENQERE  - Hevdîtina di navbera Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan û Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel dest pê kir.    Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan ku di Şandeya Îmraliyê de cih digirtin a bi Serokê Giştî yê Partiya Gela a Komarê (CHP) Ozgur Ozel re dest pê kir.    Hevdîtin, li Navenda Giştî ya CHP’ê tê lidarxistin. Şandeya DEM Partiyê ji hêla Sekretera Giştî ya CHP’ê Selîn Sayek Boke, Cîgirê Serokê Giştî Gokçe Gokçen, Cîgirê Serokê Giştî yê ji Rêxistinkirinê Berpirsyar Ensar Aytekîn ve hate pêşwazîkirin.    DEM Partiyî, piştre jî derketin qada Ozel lê rûdine. Ozel, DEM Partiyî li pêşiya eywana civînan pêşwazî kir. Piştî silavdayinê jî civîn dest pê kir.    Tê payin ku piştî civînê daxuyanî were dayin.