Ji bo rêveberan biryara beraetê ji bo komeleyê jî biryara girtinê dan 2025-03-12 11:27:10 STENBOL - Di doza GOÇÎZDER’ê de endam û rêveberên komeleyê ji îdiayên “endamtiya rêxistinê” beraet kirin û ji bo girtina komeleyê jî îdiaya “Dewlet bêhêz nîşan daye” weke hincet hate nîşandan.  Komeleya Şopandina Koçberiyê (GOÇÎZDER) di sala 2016’an de ji bo pêşxistina piştevaniya bi kesên gundên wan hatine şewitandin û neçarî koçberiyê hatine kirin, li Stenbolê hate avakirin. Hinceta biryara girtinê ya komeleyê hate aşkerakirin. 15’emîn Dadgeha Hiqûqa Giştî ya Bakirkoyê di biryara xwe bihincet de bal kişand ser doza ji ber xebatên komeleyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ya der heqê Hevserokên GOÇÎZDER’ê Kamîle Kandal û Mehmet Bogatekîn jî di nav de li 24 kesan hatiye vekirin. Di biryara bihincet de hat bibîrxistin ku 26’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ji bo 24 kesan biryara beraetê daye. Di biryarê de hate destnîşankirin nabe ku ev biryara beraetê weke hinceta biryara girtina komeleyê wre nîşandan. Lê belê di biryara bihincet de tevî biryara beraetê jî wiha hate gotin; “Ji hêla fealiyetên komeleyê ve divê delîlên di dosyayê de bên nirxandin.”    Di biryara bihincet de cih da îdiaya ku GOÇÎZDER berdewamiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Kesên Koç Kirin re (GOÇ-DER) ye ku di sala 2010’ê de bi KHK’ê hatibû girtin.    'DEWLET BÊÇARE HATE NÎŞANDAN’   Bi domdarî di biryara bihincet de hat diyarkirin ku di lêpirsîna der heqê endam û rêberên komeleyê de li avahiya komeleyê materyal hatine desteserkirin û di nivîs, nirxandin û civînan de gotinên weke “Hêzên herêmî, dorpêç, şerê navxweyî” û hwd. hatine bikaranîn û ev têgeh weke “dewlet bêhêz û bêçare hatiye nîşandan” hate nirxandin. Her wiha hate îdiakirin ku di hevdîtinên telefonê yên endamên komeleyê de “pesnê rêxistinê hatiye dayin” û “li gorî nepeniya rêxistinê tevgeriyane.” Her wiha serpêhatiyên jin, Kurdan û biyaniyan ên di raporê de cih girtin jî weke hincet hate nîşandan.    Di heman demê de ji bo dirûşmên di çalakî û daxuyaniyên komeleyê de hatine berzkirin jî îdiaya “propagandaya rêxistinê” hate kirin lê nehat destnîşankirin bê ka ev kîjan çalakî ne û kîjan dirûşm hatine berzkirin.    JI BO RÊVEBERAN BIRYARA BERAETÊ JI BO KOMELEYÊ JÎ BIRYARA GIRTINÊ DA    Di biryara bihincet de ji bo komeleyê îdiayên “propagandaya rêxistinê”, “hewl da xebatên rêxistinê yên nava bajar rewa bikin” û “dewlet bêçare û bêhêz nîşan dane” hatin kirin. Hat îdiakirin ku komele li ser koçberiyê hewl daye hezkirina ji bo rêxistinê zêde bike, ji armanca xwe dûr ketiye. Û bi van hinceta jî îdiaya “mafê hatiye dayin bi aşkerayî xerab hatiye bikaranîn û bi vê boneyê biryara girtina komeleyê hatiye dayin.”    MA / Omer Îbrahîmoglû