Xelfetî ji bo Newrozê amade ye: Em ê li banga dîrokî xwedî derkevin 2025-03-12 11:38:00 RIHA – Li Xelfetiya memleketê Abdullah Ocalan dê sibê agirê Newrozê bê vêxistin. Bang li her kesî hat kirin ku bi coşa banga dîrokî hemû kes biherikin qadê û beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bibin.  Newroz dê îsal bi dirûşmeyên; ‘Rêbertiya Azad Civaka Azad’ û ‘Newroza ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk’ bê pîroz kirin û dê sibê li navçeya Xelfetî ya Rihayê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye Newroz bê pîrozkirin. Pîrozbahî dê li Parka 4’ê Nîsanê bê lidarxistin û amadekarî temam bûne. Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Hevseroka DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û bi hezaran kes dê beşdarî pîrozbahiya Newrozê bibin. Agirê Newrozê dê saet 10:00’an de bê vêxistin û hunermend Arhat jî dê derkeve ser dikê.   Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan ku li şûna wî qeyûm hat tayînkirin diyar kir ku Newroz ji bo hemû gelan girîng e û wiha got: "Newroz şiyarbûna xwezayê ye. Ew dîrok e ku gel ji zivistanan derdikevin û digihêjin biharê. Li gel Tevgera Azadiya Kurd ev roj ji bo Kurdan bûye roja vejînê. Newroza 2025 'an me zêdetir kelecanî dike. Yek ji sedemên herî mezin ên vê kelecanê, banga dîrokî ya birêz Abdullah Ocalan e. Ev bang bi yekbûna bi Newrozê re wê watedartir bibe. Qadên Newrozê wê bibin peyama herî baş a xwedîderketina li bangê. Gelê Xelfetî wê silaveke xurt ji hevrê û Serokatî re bişîne. Em bang li her kesî dikin ku tevlî vê coşê bibin."   'EM Ê XWEDÎ LI BANGA DÎROKÎ DERKEVÎN'   Hevşaredara Xelfetî Saniye Bayram ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin bal kişand ser girîngiya Newrozê wiha got: "Em hemû gelê Xelfetî bi coş Newrozê pêşwazî dikin. Bi taybet jî pêwîste jin beşdarî vê pîrozbahiyê bibin. Werin em dest bidin hev û bi hev re agirê Newrozê gur bikin. Em ê Newrozê li ser esasê Banga Aştî û Civaka Demokratîk pîroz bikin."   Endamê Meclîsa Şaredariya Xelfetiyê Cemal Guzel diyar kir ku salên dirêj e Newroz li Xelfetiyê ji ber pevçûna bi xemgînî tê pîrozkirin û wiha got: "Îsal em ê bi morala banga birêz Ocalan biherikin qadên Newrozê. Divê her kes tevlî vê coşê bibe. Newroza îsal ji bo siyaseta demokratîk girîng e. Divê her kes bi vê hesasiyetê biherike qadan. Ev agir wê li Xelfetiyê bê vêxistin, lê wê li tevahiya Kurdistanê belav bibe."   'LI DIJÎ ZILMÊ SERHILDAN E'   Serokê Komîteya Amadekar a Newrozê Mehmet Karayalçin diyar kir ku hemû amadekariyên Newrozê temam bûne û destûrên pêwîst hatine girtin û wiha got: "Newroz ji bo gelên Aryanî rojeke girîng e. Hemû gelê me ji bo pîrozkirina Newrozê wê dakeve qadan. Newroz serhildana li dijî zilmê ye. Her civak xwedî roj û cejnên girîng e. Cejna Kurdan Newroz e. Xelfetî bajarê birêz Ocalan e, lewma Newroza ku em pîroz dikin, ji bo me xwedî girîngiyeke taybet e. Di Newrozê de em li benda her kesî ne."   Ciwanê bi navê Ciwan Keskîn diyar kir ku girîng e ciwan beşdarî Newrozê bibin û wiha got: "Newroz mizgîniya biharê ye. Em bang li hemû ciwanan dikin ku Newrozê bi hev re pîroz bikin û bi hev re û stranên xwe bistirên."   GEL DÊ DAKEVIN QADAN   Yek ji Tirkmenên navçeyê Mehmet Yildirim jî diyar kir ku Newroz ji bo hemû gelan girîng e û wiha got: "Ji bo me girîngiya herî mezin a Newrozê ev e ku banga Birêz Abdullah Ocalan a 'Aştî û Civaka Demokratîk' bi agirê Newrozê û biharê re aştiyê bîne vî welatî. Em ê weke gelên li vir dijîn, banga aştiyê ya birêz Abdullah Ocalan bi Newrozê re kiriye hembêz bikin û vîna jiyana bi hev re ya gelan diyarî gelên li Rojhilata Navîn dijîn bikin. Baş e ku mirov li bajarê xwe birêz Abdullah Ocalan be û ji vir dest bi Newrozê bike. Em hemû gelan vedixwînin qadên Newrozê."   'NEWROZ PÎROZ BE'   Dayika Aştiyê Şemse Eraslan (68) wiha hestên xwe anî ziman: "Newroz cejna me ye. Mizgîniya biharê rizgariya jinê ye. Di Newrozê de coş heye, her tiştê xweşik heye. Em îro Newrozê pîroz dikin, lê em bi hêsanî nehatine vê rojê. Em bi berdêlên mezin hatine van rojan. Me di sala 1990’î da bi berdêlekî mezin pîroz kir. Em îro bi hev re li hemû gelan pîroz dikin. Em hemû jinan bi xêrhatina Newrozê dikin. Newroz pîroz be.”   MA / Emrullah Acar