Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi şandeya Partiya DEVA’yê re hevdîtin kir 2025-03-12 16:33:02 ENQERE - Meclisa Jinan a DEM Partiyê hevdîtinên xwe yên di çarçoveya banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de didomîne. Meclisa Jinan, hevdîtina duyemîn bi Partiya DEVA’yê re kir.  Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di çarçoveya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ku di 27’ê Sibatê de hatibû ragihandin, bi baskê jinan ên partiyên siyasî re hevdîtin dabû destpêkirin. Meclisa Jinan a DEM Partiyê hevdîtina xwe ya duyemîn bi avadaniya jinan a Partiya DEVA’yê re kir. Hevdîtin, li Navenda Giştî ya Partiya DEVA’yê hat lidarxistin.    Di şandeya DEM Partiyê de Berdevka Meclisa Jinan Halîde Turkoglû, Parlamentera Stenbolê Ozgul Sakî, endama Koordînasyona Jinan û Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) Canan Çalagan cih girtin. Şandeya DEM Partiyê ji hêla Seroka Polîtîkayên Jinan a Partiya DEVA’yê Zeynep Sudan, Parlamentera Partiya DEVA’yê ya Setnbolê Evrîm Rizvanoglû û endama Lijneya Rêveberiya Navenda Giştî ya Partiya DEVA’yê û Cîgira Seroka Polîtîkayên Jinan Tulay Sînan ve hate pêşwazîkirin.    Hevdîtin nêzî saetekê domiya û piştî hevdîtinê tu daxuyanî nehatin dayin.