ROJEVA 9’Ê NÎSANA 2025’AN 2025-04-09 09:00:39   * Malbatên 5 endamên YBŞ'ê yên ji hêla artêşa Iraqê ve bi birîndarî hatine dîlgirtin, li pêşiya Navenda Îstîxbaratê ya li Şengalê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. Malbatan, got: “Heta zarokên me tên berdan em ê çalakiya xwe bidomînin.”    * Ferît Kurtay ku birayê wî Ferhat Kurtay yek ji pêşengên berxwedana li dijî sepanên îşkenceyê yên li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê bû, têkildarî banga dîrokî ya Abdullah Ocalan got: “Heke em tişta dikeve ser milê xwe pêk bînin, dewlet dê neçar bimîne gav biavêje.”    * Rêjeya tijebûnê ya girtîgehan di nava 3 mehên ewil ên vê salê de 14 hezar û 478 kes zêde bû. Kapasîteya girtîgehan ji bo 299 hezar û 940 kesane lê bi hejmarên dawî re hejmara girtiyan gihişt 398 hezar û 694 kesan.    * Li girtiyên nexweş Suat Oguz û Mehmet Tîryakî bi hinceta ku li dijî zexta lêgerîna nava dev derketine, 3 meh cezayê qedexeya hevdîtinê hate birîn û sewqî nexweşxaneyê nayên kirin.    * Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê dê têkildarî xwendekarên hatine girtin daxuyaniyê bide. (12.30)