Doza Reşît Kîbar ji ber eywan biçûk bû hate taloqkirin 2025-04-18 12:58:47 ARTVÎN - Danişîna ewil a doza kujerên Reşît Kîbar bi hinceta ku eywana dadgehê biçûk e, taloqî 30’ê Gulanê hate kirin.  Welatiyê bi navê Reşît Kubar di 3’yê Îlona 2024’an de dema li dijî birîna daran derketî, li navçeya Borçka ya Artvînê hate qetilkirin. Der heqê kujerên Kîbar de doz hate vekirin. Danişîna ewil a kujerên Reşît li Dadgeha Cezayên Giran a Artvînê hat lidarxistin. Ji kujerên Reşît ê bi navê Muhammet Ustabaş ku ji sûcên “kuştina biqesdî” û “Hewldana kuştina biqesdî” hatiye girtin, Fîkret Mertturk ê ji sûcên “Ji bo kuştina biqesdî alîkarî daye” û “Hewl daye alîkariyê bide kuştina biqesdî” negirtî tê darizandin û parêzerên wan û malbata Reşît û parêzerên wan di danişînê de amade bûn.    Parêzerên aliyan ji ber ku eywana dadgehê biçûk e, îtîraz kirin ku hemû alî nikarin bikevin eywanê.    Şandeya dadgehê jî îtîraz qebûl kir û ji bo peydakirina eywaneke nû, danişîna dozê taloqî 30’ê Gulanê kir.    BERIYA DANIŞÎNÊ DAXUYANÎ HATE DAYÎN   Beriya danişînê li pêşiya Edliyeya Artvînê daxuyanî hate dayin. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo Reşît edalet” hate hilgirtin û gelek welatiyên ji bajarên derdorê jî tev li bûn. Serokê Halkevlerî ya Artvînê Ugur Karakuş di daxuyaniyê de axivî û got ku bi mehaye ji bo edaletê têdikoşin. Karakuş, got ku her çend dereng be jî doz dest pê kiriye û ev tişt anî ziman: “Mixabin eywana me biçûk e û tenê 50 kes dikarin têkevin hundir. Em ê li vir bisekinin. Em spasiya we tevan dikin ku hûn îro hatin vê derê.”