Hikûmeta Alman firotina balafiran şer a ji Tirkiyeyê re veto kir 2025-04-18 14:07:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Handelsblattê ragihand ku hikûmeta Almanyayê ji ber girtina Îmamoglû, firotina balafirên şer ên bi tîpa Eurofighterê ya ji Tirkiyeyê re asteng kir.    Rojnameya Handelsblattê ragihand ku koalîsyona Partiya Sosyal Demokrat (SPD)-Keskan a Almanyayê ku amadekariyan dike peywira xwe dewrî hikûmeta nû bike, firotina balafirên şer ên bi cureya Eurofighterê ya ji Tirkiyeyê re asteng kir. Li gorî agahiyên Handelsblattê ji derdorên hikûmeta Alman wergirtine, girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû weke hinceta vê biryarê hatiye nîşandan.    Di nûçeyê de hate gotin ku hikûmeta Alman ji ber girtina Îmamoglû, Serokkomarê AKP’î bi tundî rexne kiriye û ev yek weke “êrişa li dijî demokrasiya Tirkiyeyê” nirxandiye.    Hat zanîn ku Tirkiye ku dixwaze 40 balafirên bi cureya Eurofighter Typoonê bikire, bi Ingilistanê re hevdîtinan dike.    Balafirên şer ên Eurofighterê ji hêla konsorsiyûmeke ji hêla Almanya, Îtalya, Spanya û Ingilistanê ve hatiye avakirin tên çêkirin.