Doza bi daxwaza betalkirina biryara tayînkirina qeyûm hat lidarxistin 2025-04-18 15:42:37   WAN - Danişîna doza bi daxwaza betalkirina biryara tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Miksê hatiye vekirin, hat lidarxistin. Tê payin ku dadgeh di rojên pêş de biryara xwe bide.    Di 29’ê Mijdara 2024’an de Hevşaredarên Miksê ya Wanê Ayvaz Hazir û Nebahat Benek ji peywirê hatin girtin û li şûna wan qeyûm hate tayînkirin. Li ser daxwaza Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê ya ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm, doz hatibû vekirin. Danişîna dozê li Dadgeha Îdareyê ya Wanê hate lidarxistin. Hevşaredarên Miksê û gelek siyasetmedarên DEM Partiyî û DBP’î jî tev li bûn.    Hevşaredar Hazir, diyar kir ku ji bo li şûna wî qeyûm were tayînkirin ceza lê hatiye birîn û biryar ne biryareke hiqûqî ye. Parêzeran jî anîn ziman ku tayînkirina qeyûm li dijî destûra bingehîn e, endamên Meclisa Şaredariyê nikarin qeyûm kontrol bikin û ev rewş li dijî berjewendiyên cemaweriyê ye. Parêzeran, got ku bi tayînkirina qeyûm re îradeya gel hatiye xespkirin.    Parêzeran, anîn ziman ku qeyûm hatine mayindekirin û xwestin biryar were betalkirin.    Tê payîn ku dadgeh di rojên pêş de biryara xwe bide.