Li dijî binçavkirinên li Belucistanê çalakiya rûniştinê hat destpêkirin 2025-04-18 15:53:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Eyaleta Belucistanê ya Pakistanê malbatan ji bo xizmên xwe yên binçavkirî çalakiya rûniştinê dan destpêkirin.    Zext, windakirin û binçavkirinên li dijî Belucên li Pakistanê berdewam in. Ji 21’ê Adarê heta niha nêzî hezar welatiyên Beluc hatine binçavkirin. Ji binçavkiriyan gelek jê endamên jin ên Komîteya Piştevaniya Beluc (BYC) in.    Li seranserî eyaletê çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin. Mnalbatên lîderên BYC’ê Dr. Mahrang Baloch, Sibghatullah Shahji, Bebigar Baloch, Gulzadi Baloch, Bebo Baloch û girtiyên din ên siyasî jî dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Malbatên li pêşiya Kuluba Çapemeniyê ya Kettayê dest bi çalakiyê kirin, dixwazin ku binçavkirî bên berdan.