ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2025'AN 2025-04-19 09:02:20   * Îhaleya Sûka Genim a ku ji aliyê qeyûmê ve hat çêkirin û tenê teklîfek hat girtin, bi doza ku hevşaredara ji wezîfeyê hat girtin Gulistan Sonukê hat betalkirin.   * Di ser mirina biguman a Rojîn Kabaişê re nêzî 7 meh derbas bûn. Lêpirsîn bi biryara veşarî tê kirin û pirsên krîtîk bêbersiv dimînin. Hat diyarkirin ku parêzer dê hefteya bê dîsa bi dozger re hevdîtinê bikin.   * Koçerên ku di nava şert û mercên dijwar de têkoşîna xwe ya jiyanê didomînin, rêwîtiya wan a ber bi Qerejdaxa berdar ve dest pê kir.    * Li wargeha Mexmûrê çalakvanên ku 640 roj in di çalakiyê de ne diyar kirin ku dewlet divê ji bo gelê kurd dilsoz be û gotin: "Aktorê sereke yê vê pêvajoyê Rêbertî ye. Ji ber wê divê ku pergala Îmraliyê bi temamî bê hilweşandin û Rêber Apo azad bibe."   * Dayikên Şemiyê, dê cara 341'emîn li Qada Galatasarayê bên cem hev. (12.00)     * Xizmên windayan dê li Amed, Êlih û Colemêrgê çalakiyên we yên heftane li dar bixin. (12.30)   * Dê li Stenbol û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş daxuyanî bên dayîn. (13.30)