Rêwîtiya koçeran a ber bi Qerejdaxê dest pê kir 2025-04-19 09:09:21 RIHA – Koçerên ku di nava şert û mercên dijwar de têkoşîna xwe ya jiyanê didomînin, rêwîtiya wan a ber bi Qerejdaxa berdar ve dest pê kir.  Rêwîtiya ber bi Qerejdaxê ve dest pê kir ku beşeke mezin a wê di nav sînorên Riha û Amedê de ye û dikeve ser sînorê Mêrdînê û ji ber axa xwe ya bi bereket a volkanîk yek ji cihên yekem ên rawestgeha koçeran e. Li Qerejdaxê ku kanên keviran û dermanên çandiniyê bandoreke neyînî li nebatan dike, bi şînbûna giha koçeran ber bi wê dest bi rêwîtiyê kir. Koçerên ji Çewlîg, Xarpêt, Erzîrom û bajarên derdorê tên, konên xwe li quntarên Qerejdaxê vedidin.    Yek ji malbatên Koçer ên ku şert û mercên jiyana wan roj bi roj girantir dibe jî malbata Yaşar e ku ji navçeya Tatosê a Erziromê hatiye û li quntara Qerejdaxê kon vedaye. Malbata ku ji 15 kesan pêk tê debara xwe bi pezê zomê ku li Qerejdaxê diçêrîne dike. Gulheser Yaşar a 70 salî ya jiji bo debara jiyanê têdikoşe, diyar kir ku hevjînê wê yê 80 salî astengdarê derûnî û bedenî ye û ji bêgavî ew debara malê dike. Gulseher Yaşarê anî ziman ku tîbûn bandorek neyînî li jiyana wan dike û got ku ji bo hewcedariyên xwe heftê carekê diçin sûka herî nêz. Gulseher Yaşarê got: "Jiyaneke pir zehmet e. Ev rewş jî, dijwartir dike. Em tên vir, ji ber ku li cihên em lê dijîn êmê heywanan tune ye, em tên vir. Em 7-8 mehan li vir dimînin. Erd hê nû hêşîn bûye. Em li vir şîr çêdikin û difiroşin şîrfiroşan. Em penîr û mastê ku em çêdikin difiroşin. Li vir ceyran tune, av tune, derfet tune ne. Jin li vir hem karê malê dikin, hem jî heywanan xwedî dikin."   Gulseher Yaşarê bilêv kir ku berê li gundê xwe debara xwe bi dewaran dikirin û got ku îro nikarin pêdiviyên pezên xwe jî bi cih bînin. Gulseher Yaşarê got: "Em heq ji bo cihên ku em tên jî didin. Li welatên din jiyaneke bi vî rengî tune. Em jî dixwazin li ser axa xwe bimînin û bijîn."   MA / Ceylan Şahînlî