Ji bo tayînkirina qeyûmê li şaredariya Şîşliyê betal bibe doz vekirin 2025-04-22 13:03:30   STENBOL - Huseyîn Ersoz, parêzerê Şaredarê Şişliyê Resul Emrah Şahan ragihand ku wan ji bo betalkirina tayînkirina qeyûman a li şaredariyê doz vekirine.   Parêzerê Şaredarê Şişliyê yê Stenbolê Resul Emrah Şahan, Huseyîn Ersoz diyar kir ku wan li Dadgeha Îdarî bi daxwaza betalkirina muwekîlê xwe û betalkirina tayînkirina qayûm li cihê wî doz vekirine.   Ersoz di hesabê xwe yê medyaya ferazî de li ser mijarê daxuyaniyek da û di nivîsa xwe de ev agahî parve kir: "Piştî biryara girtinê ya li dijî Şaredarê Şişliyê Resûl Emrah Şahan, me li Dadgeha Îdare ya Stenbolê doz vekir û îdîa kir ku prosedurên 'derxistina ji kar' ên Wezareta Karên Hundir û 'tayînkirina alîkarê şaredar/tayînkirina qeyûman' ji aliyê Walîtiya Stenbolê ve ne hiqûqî ne. Di dozê de her wiha me xwest ku 'Xalên 45 û 46'emîn ên Qanûna Şaredariyê ku bingeha mûayeneyên tên xwestin bên betalkirin, bibin ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn û kontroleke şênber a normê bê kirin'. Ewqas jî ku me diyar kir ku ev rêzikname ne tenê ji bo mudaxelekirina mafê hilbijartin û bijartinê derfeteke nelirêtî diafirîne, di heman demê de cudabûna rêveberiya navendî û rêveberiya herêmî ya di Destûra Bingehîn de hatiye birêxistinkirin jî binpê dike. Divê were zanîn ku pêvajoyeke bi heman rengî ya li hemberî Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer dewam dike û doza betalkirinê li bendê ye."