MYK’a DEM Partiyê civiya 2025-04-23 10:58:25 ENQERE - MYK’a DEM Partiyê bi rojeva hevdîtina bi Abdullah Ocalan re, rewşa tenduristiyê ya Sirri Sureyya Onder û 1’ê Gulanê civiya.  Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li navenda giştî bi serokatiya Hevserokê Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan civiyan. Hat zanîn ku dê di civînê de rojevên hevdîtina li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, rewşa tenduristiyê ya endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, hevdîtina bi Wezareta Dadê re, Cejna 1’ê Gulanê, geşedanên di aboriyê de û hwd. bên nirxandin.