8 kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dan li Colemêrgê hatin definkirin 2025-04-23 14:17:17   COLEMÊRG - Kesên li ser rêya Wan-Colemêrgê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dabûn, li goristanên navenda Colemêrgê hatin definkirin.    Duh li nêzî Tunela Gozeldere ya li navçeya Payîzava ya Wanê qezaya trafîkê çêbû û di qezayê de 8 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Welatiyên bi navên Selîm Kaya, Gulcan Kaya, Yidiz Erîk, Fadil Korkmaz, Mehmet Yacan, Dîndar Engîn, Erkan Koç û Metîn Kandemîr ku di qezayê de jiyana xwe ji dest dabûn, piştî karûbarên otopsiyê yên li Wanê ji bo definkirinê birin Colemêrgê. Konvoya cenazeyan ji sedan wesayîtan pêk dihat. Gelek partiyên siyasî yên li Wan û Colemêrgê, rêxistinên civaka sivîl û xizmên welatiyên wefat kirin jî bi konveyê re bûn.    TEDAWIYA BIRÎNDARAN DIDOME   Welatiyên jiyana xwe ji dest dayin, piştî wecîbên olî, li goristanên Gupsî û Taxa Kiranê bi tevlibûna hezaran kesan hatin definkirin. Her wiha tedawiya Şaban Karakaya, Nazli Aksu û Sabrî Erîk û du kesên din ên navên wan nehatin zanîn û di qezayê de birîndar bûbûn jî li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê berdewam e.