Xelatên İbrahim Ehmed dan Şervan Kobanê, Amedspor, Mezlûm Ebdî û Zara Mihemedî 2025-04-26 19:56:16 NAVENDA NÛÇEYAN - Weqfa Îbrahîm Ehmed bi merasîmekê Xelatên Zêrîn yên Bile belav kirin. Şervan Kobanê, Amedspor, Mezlûm Ebdî û mamosteya Kurdî ya Rojhilata Kurdistanê Zara Mihemedî hêjayî xelatê hatin dîtin. Xelatên Zêrîn yên Bile ku her sal ji aliyê Weqfa Îbrahîm Ehmed ve tên dayîn, îsal jî bi merasîmekê li Telarî Huner a li Silêmaniyê gihîştin xwediyên xwe. Di merasîmê de ji her çar perçeyên Kurdistanê û gelek kesên navdar beşdar bûn. Di merasîmê de, Weqfa Îbrahîm Ehmed, Xelatên Zêrîn yên Bile dan Şehîd Şervan Kobanê, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, Amedspor û mamostaya Zimanê Kurdî Zara Mihemedî.   PEYAMA MAZLÛM EBDÎ     Mazlûm Ebdî bi peyameke vîdyoyî beşdarî merasîma xelatan bû. Mazlûm Ebdî di peyama xwe de got: “Ez lêborînê dixwazim ku min nekarî îro li wir bim. Ez spasiya wan dikim ku ez û Şehîd Şervan Kobanê hêjayî vê xelatê dîtine. Şervan Kobanê jî mîna Îbrahîm Ehmed ji bo azadiya her çar parçeyên Kurdistanê têkoşîn kir û şehîd bû. Min şansê naskirina Îbrahîm Ehmed di temenekî biçûk de hebû û ez gelek tiştan ji wî fêr bûm. Ber bi dawiya salên 90’î me gelek tişt jê hînn bû û me ji bo yekîtiya Kurdan xebitî. Îro em her wiha konferansa xwe li Rojava lidar dixin. Ez bawer dikim ku ev konferans dê bibe wesîleya kongreya neteweyî ya Kurd.”   Xelat li ser navê Mazlûm Ebdî ji aliyê Serokê YNK’ê Bafil Talabanî ve ji Endamê Dîwana Serkirdayetiay YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed hat wergirtin.   ŞERVAN KOBANÊ    Şervan Kobanê yek ji 9 kesên ku di 15’yê Adarê 2023’yan de di qezaya helîkopterê de li bajarokê Çemankê yê girêdayî bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê şehîd ketibû, bû. Şervan Kobanê yek ji fermandarên yekîneyên Antî-Terorê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû.   ZARA MIHEMEDΠ   Zara Mihemedî ya ku hêjayî xelatê hat dîtin jî, çalakvana jine ku ji ber pîşeya xwe ya mamostetiya Kurdî demeke dirêj rastî zexta rejîma Îranê hatiye. Zara Mihemedî ji ber pîşeya xwe gelek caran hatiye binçavkirin.   XELATÊN ZÊRÎN ÊN BÎLE    Xelatên Zêrîn yên Bile yên Weqfa Îbrahîm Ehmed, bernameyeke xelatane ku ji bo zindî hiştina bîranîna nivîskar û rewşenbîrê Kurd Îbrahîm Ehmed tê lidarxistin. Ev xelat ji kesayetên ku beşdariyên girîng di warê çand, wêje û mafên mirovan de kirine re tên pêşkêşkirin.   Xelatên Îbrahîm Ehmed bi taybetî ji bo rûmetdayîna kesên ku beşdarî di nasandina çand, wêje û têkoşîna mafên mirovan yên Kurd de dikin, tên organîzekirin. Xelat armanc dikin ku mîrateya Îbrahîm Ehmed zindî bihêlin û nirxên wî bigehînin nifşên nû.   Di sala 2022’an de, Hevserokê berê yê HDP’ê li Tirkiyeyê Selahattin Demirtaş ji aliyê weqfa ku li ser navê Îbrahîm Ehmed hatiye damezrandin ve Xelata Rûmetê wergirtibû. Xelat di merasîmekê de li Silêmaniyê hat pêşkêşkirin û li ser navê Demirtaş, ji aliyê seroka weqfê Şehnaz Îbrahîm Ehmed ve ji Alîkara Hevserokê Giştî Feleknas Uca re hat pêşkêşkirin.   ÎBRAHÎM EHMED KÎ YE?    Îbrahîm Ehmed nivîskarekî Kurd, rojnamevan, hiqûqnas û siyasetmedare ku di sala 1914’an de li Silêmaniyê hatiye dinê. Ehmed, ku yek ji pêşengên wêjeya Kurdî tê qebûlkirin, bi taybetî bi roman û çîrokên xwe yên kurt tê naskirin.   Berhema wî ya herî navdar Janî Gel (Jana Gel), bi zimanekî wêjeyî zilm û berxwedana ku gelê Kurd dijî vedibêje. Her wiha Îbrahîm Ehmed yek ji damezrînerên PDK û YNK’ê bû, bi têkoşîna xwe ya siyasî û xebatên xwe yên rewşenbîrî beşdariyên girîng di parastina nasnameya Kurdî û nasandina wê de kiriye. Beşeke mezin a jiyana xwe li sirgûnê derbas kir û di sala 2000’î de li Londonê wefat kir.