‘Tirkiye ne di wê pozîsyonê de ye ku bikare dengê xwe ji têkiliyên li Qibrisê re bike’ 2025-04-28 10:42:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Şener Levent diyar kir ku aliyê Rum ê Qibrisê piştî peymanên bi DYA û Îsraîlê re têkiliyên xwe yên kûrewî xurt kiriye û got: “Tirkiye ne di wê pozîsyonê de ye ku bikare dengê xwe ji têkiliyên li Qibrisê re bike. Polîtîkayên ku Tirkiye li qada behrê ya Qibrisê li ernejiyê digere jî rast nînin.”     Welatên Yekitiya Ewropayê (YE) ku ji hêla gaza xwezayî ve neçarî Rûsyayê ne, ji bo gaza xwezayî li Rojhilatê Behra Spî derbasî Ewropayê bikin, dîsa “Projeya Xeta Boruyê ya Rojhilatê Behra Spî” xistin rojevê. Di navenda nîqaşên têkildarî rêgeha xeta boruyê de jî Qibris heye. Di 2’yê Çileya 2020’ê de di navbera Îsraîl, Yewnanistan û Komara Rum a Qibrisê de peyman hate îmzekirin. Îsraîl, ji bo ev peyman bikeve meriyetê hewl dide derfetan biafirîne. Di vê çarçoveyê de mudaxileya xwe ya li Sûriyeyê berfireh kir û li hêla din jî balkêş e ku li Komara Rum a Qibrisê sefaretxane vekir. Piştre jî Ozbekistan, Qazaxistan, Turmenistan, Ozbekistan û Qirgizistanê sefaretxaneyên xwe vekirin. Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ev geşedan weke “rewşeke tê fêmkirin” nirxand. Tê payin ku di rojên pêş de ji bo vê rewşê hinek sivik bike li Qibrisa Bakur bernameyekê li dar bixe.    Vekirina sefaretxaneyên Tirkiyeyê ya li Komara Rum a Qibrisê ji bo pêşxistina têkiliyên bi aliyê Rum û YE’yê re girîng tê nirxandin lê tê payin ku ji ber Projeya Xeta Boruyê ya Rojhilatê Behra Spî, Qibris dîsa bibe mijara sereke ya nîqaşan. Di daxuyaniyên Tirkiye û Qibrisa Bakur de pêşniyara çareseriya du dewletiyê tê ferzkirin.    ‘TU BINGEHEKE RAST Ê POLÎTÎKAYÊN TIRKIYEYÊ NÎNE’    Gerînendeyê Giştî yê Weşana Rojnameya Avrupayê Şener Levent ku Qibrisî ye, nîqaşên têkildarî Qibrisê û geşedanên heyî nirxand.    Levent, diyar kir ku tu rastiyeke polîtîkaya lêgerîna enerjiyê ya Tirkiyeyê ya li sehaya behrê ya Qibrisê nîne û got: “Di halê hazir de şîrketên li vir dixebitin, şîrketyên Îtalyan in. Tirkiyeyê keştiyên xwe ji vir kişandiye. Gotin dê dîsa keştiyan bişînin lê wisa nekirin. Dema mirov li vir lê dinêre, di xebatên lÊgerîna enerjiyê û yên xeta boruyê de Îsraîl, Qibris û Misir rastî tu astengiyan nayên. DYA û Ingilistan jî dema van xetên boruyê çêdikin rastî tu astengiyan nayên. Tenê daxwazeke ku xeta boruyê ji Tirkiyeyê re derbas bibe heye. Baweriya Qibrisê jî heta niha bi vê nehatiye lewma destûr nedaye. Rêyeke cuda dîtin û xeta xwe li ser wê rêyê didomînin. Hêzên kûrewî di vê mijarê de pirsgirêkan najîn lewma ji statuya Qibrisê û ji rewşa heyî aciz nînin. Di dawiya dawî de l rexekî dewleteke hatiye naskirin û li rexa din jî dewleteke korsan, xeyalet heye.”    ‘HER KES JI REWŞA QIBRISÊ RAZÎ YE’    Bi domdarî Levent anî ziman ku ev 51 sal in tevahiya dinyayê ji rewşa Qibrisê razî ye û statuya heyî bi kêrî karê her kesî tê. Levent, got: “Di van 51 salan de li cîhanê bi sedan guhertin çêbûn lê li Qibrisê çênebûn. Heke ji vê rewşê keyfxweş nebûna, ma yên Qeddafî, Esad û Iraq serûbin kirin nedikariya li Qibrisê tişta dixwestin bikin? Tirkiye di halê hazir de ji hêla siyasî û aborî ve di rewşeke perîşan de ye. Niha bi xêra alîkariya hêzên kûrewî xwe li ser pêyan digire. Peyman hatine mohrkirin, biryar hatine dayin. Lewma jî rewşa stratejîk a Tirkiyeyê di mijara polîtîkayên enerjiyê de zêde bala hêzên kûrewî nakişîne. DYA, YE û Ingilistan ji bo cîbicîkirina hedefên xwe hêj li cem Erdogan cih digirin. Weke hûn jî dizanin; ji bo DYA, Ewropa û Ingilistanê berjewendiyên wan bi ser her tiştekî re ne. Lewma jî demokrasî yan jî rejîma Tirkiyeyê gelek zêde bi ser guhê wan ve nîne.”    HEDEFA ESASÎ RÛSYA YE   Levent, da zanîn ku piştî Tirkiyeyê li Qibrisa Başûr sefaretxane vekirî, ragihandiye ku dê di meha Gulanê de li Bakur civînekê li dar bixin û wiha pê de çû: “Ev civîn, ji bo hinek nermkirina rewşa heyî tê lidarxistin. Ev dewlet, ew dewletên ên piştî jihevbelavbûna Sovyetan di bin bandora Rûsyayê de mane. Yekitiya Ewropayê ji bo Rûsyayê bêhtir tengijîne, di nava van hewldanan de ye. Tiştên li Ûkrayna û Gurcistanê qewimîn li pêş çav in. Bandora Rûsyayê Ewropayê aciz dike. Jihevbelavbûna 15 komarên Sovyetan dilê welatên Ewropayê rehet nekiriye. Dixwazin komarên din jî ji Rûsyayê veqetînin û qels bikin. Tirkiye jî ji bo piştgiriya Ewropayê ya 12 milyar Euroyan û pêşxistina têkiliyên bi Ewropayê re van gavan diavêje. Dema li Qibrisa Başûr sefaretxaneyan vedike, li rexa din qebûl dike ku Qibrisa Bakur di bin dagirkeriyê de ye. Divê mirov van gavan weke gavên YE’yê binirxîne. Ne hewldaneke li dijî Qibrisê, divê mirov gavekî li dijî Rûsyayê binirxîne. Dixwazin piştî Ûkraynayê niha jî li Başûr zorê bidin Rûsyayê. Mîna di pêvajoya jihevbelavbûna Sovyetan de, piştû Putîn li benda afirandina Borîst Yeltsîneke nû ne. Hakan Fîdan piştî vekirina sefaretxaneyê got ‘Dinyaya Tirk bi temamî bi Tirkên Qibrisê re ne.’ Lê li gorî min ne daxuyaniyeke hêjayî cidîgirtinê ye. Tenê ji bo sivikkirina rewşê hatiye gotin. Lê di pratîkê de tu hêzeke wan a ku bikarin bikin nîne.”    ‘TIRKIYE NE DI POZÎSYONEKE WISA DE YE KU BIKARE DENGÊ XWE BIKE’    Rojnameger Levent, anî ziman ku aliyê Rum ê Qibrisê piştî peymanên bi DYA û Îsraîlê re têkiliyên xwe yên kûrewî pir xurt kiriye û axaftina xwe wiha qedand: “Peymana mohr dike. Bi taybet jî peymanên bi DYA û Îsraîlê re mohr dikin pir girîng in. Îngilistan û Fransa jî êdî leşkerên xwe tînin vê derê. Têkiliyên xwe yên bi wan re jî xurt kirin. Bi taybet jî têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re pir nêz kirin. Heta tedbîqetên leşkerî yên hevpar li dar xistin. Peymanên enerjiyê mohr kirin. Ev têkildarî ji rexekê ve li dijî Tirkiyeyê tên xurtkirin lê di esasê xwe de têkiliyên YE’yê ne. Tirkiye ne di pozîsyoneke wisa de ye ku bikare dengê xwe ji van têkiliyan re bike. Jixwe Îsraîl û Tirkiye bi tu awayî nayên dijberî hev. Em li Xeze û Sûriyeyê binêrin. Îsraîl çi dixwaze dike û kesek nikare dengê xwe derxîne. Her kes ji Îsraîlê re xebitî. Bi taybet jî li Sûriyeyê û di serî de Tirkiye, her kes ji Îsraîlê re xebitî. Ji vir û şûnde polîtîkaya Qibrisê jî dê li gorî polîtîkaya Îsraîlê teşe bigire. Her çend Tirkiye Qibrisa Bakur weke xaka xwe bibîne jî di fermiyetê de tiştekî wiha nîne. Qibrisa Bakur weke dewleteke îllegal xizmetê ji armancên hêzên kûrewî re dike. Di pozîsyoneke wiha de ye. Xakeke xeyalete ku hêzên kûrewî çi bixwazin li wir dikin. Ev rewş bi kêrî karê her kesî tê. Lewma guherandina statuya vê derê bi kêrî karê tu kesî nayê.”    MA /Ahmet Kanbal