Dîmenên nû yên li Gabarê birîna daran derket holê 2025-05-09 09:05:57 ŞIRNEX - Li Çiyayê Gabarê ku wêrankirina xwezayê dewam dike, birîna daran ji nû ve destpê kir. Darên ku hatine birîn li rex rêya dane serhev. Li Şirnexê ji aliyê cerdevanan ve di bin çavdêriya leşkeran de xweza tê talankirin. Piştî germbûna hewayê li Gabar, Cûdî û Bestayê çêkirina rêyan dewam dike û di bin navê lêgerîna maden û petrole de xwezayê talan dikin.    Li Çiyayê Gabarê bi hezaran dar ji bo çêkirina bircên leşkerî hatin birîn. Ji bo sondaja bîreke petrolê, di bin navê çêkirina rê de dînamît tên teqandin. Bi teqînên ku ekosîstema çiyê xera dikin û jiyana zindewarên wê herêmê di talûkeyê de ye. Toza li vir pêk hatiye avê qirêj dike. Di xebatên sondajê yên ji bo bîrên petrolê de, avên biharê yên bi hezaran salan tên bikaranîn, ziwa bûne û miçiqîne.   DI BIN NAVÊ EWLEHIYÊ DE BAZIRGANIYA DARAN   Li herêma ku ev 35 sal in hatiye qedexekirin, di bin navê ‘ewlehî’, lêgerîna petrolê, çêkirina kûleyên leşkerî û çêkirina rêyên ku xwe digihînin van herêman, her wiha ji ber sedemên ‘bazirganiyê’ li herêmê dar tên birîn û daristan tên tunekirin. Darên ku bi destê cerdevan û leşkerên li herêmê tên birîn, dişînin bajarên cuda û difroşin. Li gorî agahiyên bi dest ketine, di vê firotina ji aliyê cerdevanan ve hatiye kirin de, parek jî ji leşkerên payebilind ên li herêmê re tê dayîn.   DARAN LI REX RÊ DIDIN SER HEV   Di dîmenên ku nû hatine bidestxistin de, li ser riya çiyayê Gabarê dar li ser hev hatine bicihkirin. Tevahiya rê ev dîmen derdikeve holê. Bi taybetî li cihê ku dîregên radyoyê yên bi navê herêma TRT'ê  ne, bêhtir dar tên jêkirin. Piştî ku darên meşe tên jêkirin, li qemyonan tên barkirin û ji herêmê tên derxistin.   Li herêmên Gabar, Cûdî û Besta, Cilênimêja, Feraşîn û Qaşuran ên Şirnexê 4 sal in di bin çavdêriya leşkeran de dar ji aliyê cerdevanan ve tên birîn.   Her ku hewa germ bû, birîna daran dîsa dest pê kir. Pêşî li Bestayê û niha jî li herêma TRT'ê ya Gabarê dest bi jêkirina daran kirin.    MA / Zeynep Durgut