Bernameya bîranînê ya ji bo Kaytan û Altûn diyar bû 2025-05-14 09:31:55 NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn dê li dehan bajar û navçeyan bîranîn bên lidarxistin.    Ji bo kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn dê li dehan bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bîranîn bên lidarxistin. PKK’ê, di danezana 12’emîn Kongreya Awarte de ragihandibû ku ji kadroyên wan ên pêşeng Alî Haydar Kaytan di 3’yê Tîrmeha 2018’an de û Riza Altûn jî di 25’ê Îlona 2019’an de jiyana xwe ji dest daye.    DÊRSIM Û AMED      Ji bo Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn dê di 17’ê Gulanê de li Qada Seyîd Riza ya Dêrsimê û di 18’ê Gulanê de jî li Qada Şêx Seîd a Amedê merasîmên bîranînê bên lidarxistin. Her wiha dê li navçeyên Stenbolê jî çalakiyên bîranînê ku dê 4 rojan bidomin bên lidarxistin.    Li gelek bajar û navçeyên herêmên Ege, Marmara, Serhed û Amedê jî dê çalakiyên bîranînê bên lidarxistin.    Dîrokên çalakiyên bîranînê wiha ne:    14’ê Gulanê: Îzmîr, Mûgla/Mîlas, Denîzlî, Manîsa, Riha, Colemêrg, Bedlîs, Qers, Agirî, Erzirom, Balikesîr û Bursa    15’ê Gulanê: Antalya, Mûgla, Bodrum, Dîlok, Semsûr, Meletî, Mêrdîn, Şirnex, Êlih, Sêrt, Çewlik, Xarpêt, Îdir û Mûş    16’ê Gulanê: Wan   17’ê Gulanê: Tekîrdag    18’ê Gulanê: Çanakkale, Eîrne û Sakarya