Ji bo bîranîna li Dêrsimê bang hate kirin 2025-05-16 13:20:31   DÊRSIM - Ji bo bîranîna ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ku dê li Dêrsimê were lidarxistin, banga tevlibûnê hate kirin.    Ji bo ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn dê sibe li Dêrsimê bîranîneke girseyî were lidarxistin. Wekîlên DEM Partiyê, nûnerên komeleyên Elewiyan û rêxistinên civaka sivîl jî di nav de, şandeyek ji bo tevlibûna bîranînê çûn serdana esnafan. Şandeyê bang li welatiyan kirin ku tev li bîranîna sibe bibin ku dê saet di 13.00’ê de li Qada Seyîd Riza were lidarxistin.    Di serdanê de şandeyê ba kişandin ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî û girîngiya bîranînê vegotin.