Amedsporê peymana xwe ya bi Servet Çetîn re bi dawî kir 2025-05-20 15:01:06   AMED - Amedsporê û Teknîk Dîrektor Servet Çetîn peymana xwe bi dawî kirin.    Amespor ku di Lîga 1’emîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de cih digire, ragihand ku peymana xwe ya bi Teknîk Dîrektor Servet Çetîn re bi dawî kiriye. Li ser hesaba medyaya dijîtal a Amedsporê têkildarî mijarê wiha hate gotin: “Spas Servet Çetîn! Me û Teknîk Dîrektorê me Servet Çetîn lihev kir û rêyên xwe ji hev veqetandin. Mamoste Servet, dê her tim bi fedekarî û pêşengtiya xwe ya ji bo pêşxistina kuluba me bê bîranîn. Ji ber tiştên li kuluba me zêde kiriye û ji bo keda dayî, spasiya wî dikin. Di kariyera wî ya ji vir û şûnde jê re serkeftinê dixwazin.”