Eren Baskin: Ger aştiyeke bi rûmet pêk were amade me kujerên bavê xwe efû bikim 2025-05-24 09:07:01 COLEMÊRG – Yek ji xizmên windayan Eren Baskin got ku divê hemû astengiyên li pêşiya azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bên rakirin û eger wê aştiyek bi rastî jî bi rûmet pêk were, amade ye ku mirovên bavê wî qetil kirine efû bike. Piştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" PKK'ê di navbera 5-7'ê Gulanê de 12'emîn Kongreya xwe li dar xist. Biryarên kongreyê yên di 12'ê Gulanê de ji raya giştî re hatin aşkerakirin de hat gotin ku xebatên xwe bi dawî kirine.    Dema ku nîqaşên der barê pêvajoyê de berdewam dikin, çav li hikûmet û deshilatdariyê ye da ku bibînin ka dê di derbarê pêdiviyên pêvajoyê de kîjan gavan bavêjin. Eren Baskin ku 33 sal in ji bo dîtina failên bavê xwe Abdulmecît Baskın ê ku piştî binçavkirina wî di 30'ê Îlona 1993'an de hat kuştin, têkoşîna ‘edaletê’ dimeşîne wiha got: "Eger aştiyek bi rûmet hebe, ez amade me ku mirovên bavê min kuştine efû bikim."   'MIN DI TEMENEKÎ BIÇÛK DE NAS KIR'    Baskin anî ziman ku dema bavê wî hat qetilkirin hê 4 salî bû û diyar kir ku ew di temenê xwe yê biçûk de bi têgehên weke "mirin, kuştin û failê nediyar" re hevnas bûye û wiha got: "Piştî ku bavê min hate kuştin, bi salan me li edaletê geriya. Lê mixabin lêgerîna me ya edaletê bi salan li ser rafên Dozgeriya Golbaşi ya Enqereyê hiştin ku tozê kom bikin. Ne tenê lêpirsînek hate kirin, di heman demê de ti lêkolîn jî nehate kirin. Ev rewş, polîtîkayek bû ku di meclîsên 'Ewlekariya Neteweyî' de bi armanca kuştina rewşenbîr û karsazên Kurd hat meşandin. Bi sedan mirov ji aliyê JÎTEM'ê ve hatin revandin û kuştin û kiryar ti carî nehatin darizandin."   'DEWLETÊ KUJER PARASTIN'    Baskin da zanîn ku piştî ku bavê wî hat kuştin, ew jî bi xeteriya statukoyê re rû bi rû ma û wiha got: “Tu qanûnên ji bo sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin, nîne. Mehmet Agar derkeve jî û bibêje, 'Min Abdulmecît Baskin kuşt' nayê darizandin. Ji ber ku ew ê bi biryara sînordarkirinê ya 30 salan bê rakirin. Tevî hewldanên me yên têkildarî kuştina bavê min bi temamî û bi awayekî zelal ji raya giştî re hatiye pêşkeşkirin jî mixabin dewletê kujerê xwe parast û li hemberî wan biryara beraetê da.”   'DIVÊ ASTENGÎ BÊN RAKIRIN'    Baskin destnîşan kir ku banga Abdullah Ocalan û bidawîbûna çalakiyên PKK'ê wê samîmiyeta aliyê Kurd nîşan daye û wiha axivî: “Sedemeka pêvajoya heyî ewçend baş tê birêvebirin, bi dîtina min pêşdîtineke mezin a Abdullah Ocalan e. Ji ber vê yekê, ji bo pêvajoya dewam dike di dema herî nêz de li ser bingeha qanûnî bê çareserkirin, divê parlamento însiyatîfê biavêje û dewlet gavên berçav biavêje. Eger Abdullah Ocalan, PKK û heyeta Îmraliyê tevî hemû rîskan daxwazên xwe bi cih tînin, hingî pêwistiya dewletê jî bi bicihanîna daxwazên rewa yên demokratîk heye. Ev daxwaz zelal in: rêveçûna pêvajoyê li ser bingeheke qanûnî, perwerdeya bi zimanê dayikê, rawestandina êrîşên heyî yên li Tirkiyeyê li hemberî Kurdan, mafê hêviyê yê nîqaşê û serbestberdana girtiyên nexweş. Ji bo dewamkirina pêvajoyê daxwazên herî rewa ne. Divê dewlet û hikûmet bi lez van daxwazan bi cih bîne û pêk bîne.”   'JI BO AŞTIYA RASTEQÎN DIVÊ EM YA PÊWÎST BIKIN'    Baskin anî ziman ku serbestberdana girtiyên nexweş û bicihanîna ‘mafê hêviyê’ wê gavên gelekî hêja bin û destnîşan kir ku bi van gavên destpêkê re baweriya raya giştî ya bi dewletê wê zêde bibe û wiha got: "Di serî de azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan girîngiyeke mezin e. Ji bo azadiya wî ya fîzîkî divê hemû astengiyên li pêşiya Ocalan bên rakirin. Divê ji bo tendirustiya pêvajoyê gavên bilez bên avêtin. Dema min bavê xwe defin kir ez hê 4 salî bûm. Eger wê aştiyek bi rastî jî bi rûmet pêk were, ez amade me ku mirovên bavê min kuştine efû bikim. Ji bo pêvajo bi rûmetî bimeşe û aştî pêş bikeve divê em tişta pêwîst bikin. Pêwîst e dewlet bi awayekî fermî ji xizmên windayan lêborînê bixwaze. Pêvajoya rasteqîn wê bi vî rengî dest pê bike. Piştî vê yekê pêwîste polîtîkayeke rûbirûbûna bi kujeran re bê meşandin. Yê ku di serî de ji mirina bavê min û mirina bi hezaran dozên nediyar berpirsyar e Mehmet Ağar e.”   PÊVAJOYA HIQÛQÎ YA DOZA ALDULMECÎT BASKIN   Di daxuyaniya ku di 26'ê Adara 2011'an de li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê hat kirin de îtîrafkar Ayhan Çarkin îtîraf kir ku wan Abdulmecît Baskın bi fermana Serokê Daîreya Operasyonên Taybet Îbrahîm Şahîn di sala 1993'an de binçav kirine û Baskın ji aliyê polîsên tîmên taybet Ziya Bandirmalİoglu û Ayhan Akça ve hatiye kuştin. Der heqê 18 kesên dema di bin çavan de hatin qetilkirin de lêpirsîneke nû hat destpêkirin. Di sala 2014'an de li dijî 19 kesên ku di nav de Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Mehmet Agar, Îbrahîm Şahîn û Korkût Eken jî hene bi sûcdariya 'di nava xebatên rêxistina çekdar ên sûc kirine de cînayet hatiye kirin' doz hatibû vekirin.   Di doza ku wekî "Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê" tê zanîn de li 13'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê di 13'ê Kanûna 2019'an de biryara girtinê hat dayîn. Dadgehê hemû bersûcan beraet kir. Daîreya Ceza ya 1’emîn a Dadgeha Herêma Enqereyê biryara beraetê ya li ser îtirazê betal kir. Di danişîna dawî ya 26ê Gulana 2023an de hemû bersûcan dîsa ji sûcê ‘kuştinê’ beraet kirin. 1'emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Herêmî ya Enqereyê biryarên beraetê di 3'ê Adara 2024'an de erê kir. Li gel vê yekê, ji ber ku li dijî Abdulmecît Baskin û Behçet Canturk bi biryarên ji wezîfeyê hatin dûrxistin, biryarên ji kar hatin derxistin.   MA / Mazlum Engîndenîz