Ji bo jinên girtî kartên piştgiriyê 2025-06-14 14:17:28   STENBOL - 'Înîsiyatîfa Jinan a Pêwist bi Aştiyê Heye' ji jinên girtî re kartên piştgiriyê şandin.    'Înîsiyatîfa Jinan a Pêwist bi Aştiyê Heye' ji bo jinên girtî yên li girtîgehên li Herêma Marmarayê kartên piştgiriyê şandin. Endamên Înîsiyatîfê ji Şaxa PTT'ê ya Kadikoyê kartên; 'Di rojên ku em dê li derve bi hev re azad bibin de dê bên cem hev' şandin.   Beriya daxuyaniyê pankartên bi nivîsa "Ji girtiyên siyasî re azadî", "Jin jiyan azadî", "Pêwîstiya min bi aştiyê heye", "Siyaset ne sûc e" û "Bijî têkoşîna jinê" hatin hilgirtin. Dîlan Geyîk bertek nîşanî gotinên "Li Tirkiyeyê girtiyên siyasî tune ne" da. Dîlan Geyîk diyar kir ku der barê hejmara girtiyên siyasî yên li girtîgehan de daneyên zelal nîne û anî ziman ku ev hejmar bi giranî zêde ye.   Geyik wiha axivî: "Sîstema dadgeriyê, di çarçoveya têgeha 'terorê' de mûxalefeta siyasî, pirrengî û azadiya ramanê krîmînalîze dike. Dema kesek twîtekê biweşîne an jî li kolanê mafê xwe bixwaze tê cezakirin, êrîşkarekî mêr serbest tê berdan. Sînan Aladag ê li Samsûnê tacîz û êrîş li Damla Korkmaz kir û bû sedem ku du şikestinên li rûyê wê rû bidin, serbest tê berdan. Ji bo mêran serbest e ku li dijî jinan sûcan bike, di heman demê de qedexe ye ku jin di nava siyasetê de cih bigirin."   Geyîk da zanîn ku ji bo girtiyên siyasî cezayên newekhev tên birîn û got, "Dema ku kujerên jin ji sêyan du cezayê xwe radizên, girtiyên siyasî hema hema hemû cezayê dikişîne. Her kesê ku daxuyaniya çapemeniyê bide yan jî twîtekê biweşîne weke terorîst tê îlankirin. Em vê fermana neheq qebûl nakin. Îro di dema şandina kartan ji jinên li girtîgehê re, em dixwazin balê bikişînin ser vê neheqiyê."   Piştî daxuyaniyê ji jinan re kart hatin şandin.