Hevjîna girtiyê nexweş Çam: Biryar hewldana cînayetê ye 2025-06-18 14:34:48 SÊRT - Hevjîna girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam ê ku ATK’ê rapora “Rewşa wî ji bo girtîgehê guncav e” dabû, Naîme Çam got: “Ev biryar hewldana cînayetê ye.”   Mehmet Emîn ê 73 salî, milê wî yê çepê felc e û di lîsteya nexweşên giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye. Hewldanên ku ji bo tehliye ya Çam hatin kirin bê encam man. Çam, di girtîgehê de du caran krîza dil derbas kir û di 9’ê Gulanê de sewqî ATK’ê hate kirin. Di 7’ê Gulanê de ATK’ê rewşa Çam nirxand û Lijneya 11’mîn a ATK’ê, di 21’ê Adarê de ji bo Çam ê 73 salî ku berê qeyrana dil derbas kiribû, milê wî felc e û gelek nexeşiyên wî yên din hene, biryara “Bi tena serê xwe dikare di girtîgehê de bimîne” da. ATK’ê bi vê biryarê tehliyeya Çam asteng kir. Parêzera Çam Nezahat Celen li dijî biryarê serlêdana îtîrazê kir. Malbata Çam der barê biryara ATK’ê de got: “Hewldana cînayetê” ye.    REWŞA TENDURISTIYA WÎ NEBAŞ E   Duh parêzera Çam, Nezahat Celenê li Girtîgeha Tîpa T a Qûbîn a Êlihê  serdana Çam kir. Nezahat Celenê diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya Çam giran e û got: “Bi zehmetî dimeşiya, nedibihîst, serêşa wî hêj berdewam e. Mercên qawişê zehmet in, di qawîşeke 13 kes dimînin. Qawişa wan pir germe. Ji ber pêlikên cihê xwarinê zehmetiyê dikşîne û çavên wî diêşin. Ji sed 68 noqsanî heye di çavê wî de. Xetereya bo qeyrana dil hêj berdewam e.”   ÎTIRAZA LI DIJÎ BIRYARA ATK’Ê   Nezehat Celenê diyar kir ku li dijî biryara ATK’ê serî li Dozgeriya Komarê ya Êlihê dane û wiha pê de çû: “Di daxwaznameya serlêdanê de me rewşa tenduristiya muwkîlê xwe bibîr xist û me îtîraz kir. Ji ber nexweşiya dil û nexweşiyên dîtir jiyana muwekîlê min li girtîgehê di xetereyê de ye. Me ev yek jî di daxwaznameyê de anî ziman. Me rapora ATK’ê îtîraz kir û me xwest raporeke din bê dayîn û sewqa wî bê kirin.”   NAYÊ TEDAWÎKIRIN   Hevjîna Mehmet Emîn Çam, Naîma Çamê bertek nîşanî biryarê da. Naîme Çamê diyar kir ku hevjînê wê di 25’ê Gulana 2024’an de qeyrana dil derbas kir û got: “Wê wextê demareke wî xitimî bû lewma rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qûbînê. Ji mirinê filitî. ÎHD, baro û parêzerên wî ji bo tehliyeya wî serlêdan kiribûn. ATK’ê di 15’ê Mijdara 2024’an de der barê hevjînê min de rapora ‘Bi tena serê xwe dikare li girtîgehê bimîne’ da. Ji ver vê tehliye nebû. Rexmê gelek nexweşiyan ev biryar dan. Di mêjiyê wî de ûr hate tespîtkirin. Di 27’ê Gulanê de qeyrana dil derbas kir û anjiyo bû. Heta dawiya emrê xwe divê derman bikar bîne. Nexweşê gurçikan e û du caran ji gurçikên xwe emeliyat bûye. Lê tevî vê jî kîstên di gurçikên wî de dîsa derketin. Her wiha carekê jî emeliyata kataraktê bû û di çavên wî de miyop astîgmat heye. Guhê wî yê rastê nabihîse, aliyê wî yê çepê felc e û bi zehmetî dimeşe. Em bi lêvkirina nexweşên wî ve diwestin lê rexmê vê jî ATK van nexweşiyana paşguh dike. Raporê bi şêwaza copy-past amade dike. Tedawiya wî nayê kirin.”   DAXWAZA JIYANA BI TENDURIST   Naîme Çamê destnîşan kir ku hevjînê wê ber mirinê de ye û got: “Hevjînê min ê ku nikare sexbêra xwe bike, dixwazin bimire. Rexmê ewqas nexweşî bernadim û ev hewldana cînayetê ye. Bi biryarên ATK’ê ve jiyana mirovan dikeve xetereyê. Ragirtina kesên ku jiyana wan di xetereyê de, hewldana cînayetê ye. Bêyî vê wekî din tu gotin nîne ji bo vê. Li girtîgehê mafê tedawiya wî tê astengkirin. Divê tavilê bê tehliyekirin û tedawîkirin. Em naxwazin wî li ser doşega mirinê an di tabûtê de bibinin. Bi sedan nexweşên wek wî hene divê bên tehliyekirin. Ji bo pêvajoya aştiyê rêvebiçe, divê ji bo girtiyên nexweş bên berdan.”   MA / Fethî Balaman