Ji baroyên Kurdistanê ji bo çareseriyê 17 pêşniyar 2025-06-19 11:40:58 ENQERE - 16 serokên baroyên bakurê Kurdistanê pêşniyara çareseriyê ya ji 17 xalan pêk tê pêşkeşî partiyên siyasî yên li Meclisê kir. Di pêşniyaran de hat xwestin ku ziman û çanda Kurdî were naskirin, wesayeta rêveberiya navendî ya li ser rêveberiyên herêmî were bidawîkirin.  Serokên 16 baroyên bakurê Kurdistanê hatin Enqereyê û di çarçoveya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de li Meclisê bi partiyên siyasî û Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş re hevdîtin kirin. Serokên baroyan, têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd, pêşnûmeyeke çareseriyê ya ji 17 xalan pêk tê pêşkeşî partiyan kirin.    Pêşniyarên ji bo çareseriyê hatine kirin ev in:    “*Rola Avaker a TBMM’ê: Divê TBMM di birêvebirina pêvajoya aştiyê de bi roleke çalak û avaker rabe.    *Maf û Azadiyên Sereke: Divê parvekirina fikrê û azadiyên xweîfadekirin û xwebirêxistinkirinê bêyî zextek hebe bên cîbicîkirin. Misogerkirina azadiyan, di avakirina aştiya civakî de diyarker e.    *Hemwelatiya Wekhev: Bêyî ku cihêkariya etnîk, olî û çandî were kirin, divê hemû hemwelatî xwedî heman maf û berpirsyartiyan bin û ev rastî di qanûn û destûra bingehîn de bê misogerkirin. Divê sepanên ku rêgeza hemwelatiya wekhev ji holê radikin bên bidawîkirin û ji bo xurtkirina vê rêgezê di qanûnan de sererastkirin bên kirin.    *Mafê Siyasetkirinê: Tevlibûna siyasî, bingeha meşruiyeta demokratîk e. Di vê çarçoveyê de divê mafê siyasetkirinê yê kes û saziyan ji zext, tacîzên darazî û gefa cezayan bê parastin.    *Reforma Girtîgehan: Bi taybet jî divê mafê jiyanê yê girtî/hikûmxwarên nexweş berçav bên girtin, mercên înfazkirina cezayê li gorî rûmeta mirovahiyê be û qanûna înfazê li gorî rêgezên wekhevî û edaletê bê sererastkirin.    *Sepana Qeyûm: Sepana qeyûm, mafê bijartin û hilbijartinê û îradeya gel tune dihesibîne û li diî rêgezên sereke ya pergala demokratîk e. Divê ev sepan tavilê bê bidawîkirin û ev qanûna rê dide vê sepanê ji holê were rakirin.    *Berpirsyartiyên Navneteweyî û Darazî: Divê biryarên DMME’yê yekser bên cîbicîkirin û nebicihanîna wan were bidawîkirin. Her wiha dê rêz ji biryarên AYM’ê re bê girtin û bên cîbicîkirin.    *Serbixwebûna Darazê: Divê daraz ji mudaxileyên siyasî were parastin û serbixwe û bêalî be. Divê bi taybet jî bikaranîna tevdîrên keyfî yên li dijî girtî û binçavkiriyên siyasî bê bidawîkirin û mafê darizandina adilane bê parastin.    *Qedexeyên Îdarî: Biryarên îdarî yên keyfî ku mafê çalakiyên aştiyane bisînor dikin û sepanên di serdema OHAL’ê de bên bidawîkirin. Divê hukmên di Qanûna Îdareya Taybet a Bajar de bên rakirin.    *Derketina ji Avadaniya Çekdarî: Ji bo endamên rêxistinên yên tundî û çek terikandin bikarin tev li jiyana civakî ya aştiyane bibin û ji bo vê divê çarçoveyeke hiqûqî were amadekirin. Ji bo entegrasyona civakî divê tevdîrên sererastkirin û parastinê bên girtin.    *Komîsyona Heqîqet û Hevrûbûnê: Ji bo binpêkirinên giran ên mafên mirovan ên di demên berê de bên lêkolînkirin, ji bo naskirina travmayên civakê û başkirina hafizeya civakê, divê Komîsyona Heqîqet û Hevrûbûnê bê avakirin.    *Avakirina Hafizeya Hevpar: Divê êşên gelên Tirk û Kurd di demên berê de jiyan bi awayekî adilane û însanî bên naskirin û bi bîranîna van êşan re hafizeya civakî were xurtkirin û pêşerojeke hevpar were avakirin.    *Reforma Rêveberiyên Herêmî: Divê rayeyên rêveberiyên herêmî bên berfirehkirin, rêgeza rêveberiya xwecihî were xurtkirin. Divê wesayeta navendê were bidawîkirin û gel yekser xwe birêve bibe.    *Mafên Ziman û Çandî: Di serî de ziman û çanda Kurdî, divê qadên hemû nasname û çandan di destûra bingehîn de bên misogerkirin û astengiyên li ber perwerdeya bi zimanê dayikê û bikaranîna di xizmetên cemaweriyê de bên rakirin.    *Polîtîkayên Ewlehiyê: Divê polîtîkayên ewlehiyê li gorî rêgezên dewleta hiqûqa demokratîk bin, sepanên civakê krîmînalîze dikin bên bidawîkirin û feraseta ewlehiyê li gorî rêgeza ku ewlehiya mirovan esas digire were avakirin.    *Polîtîkayên Sosyoekonomîk: Ji bo avakirina aştiyê û domdariya wê, divê newekheviyên sosyo-ekonomîk jî bên bidawîkrin. Divê xizaniya li herêmê bê bidawîkirin, derfetên îstîhdam û perwerdeyê bên dayin.    *Pêvajoya Destûra Bingehîn a Nû: Piştî sererastkirinên li jor hatine destnîşankirin, bi tevlibûna tevahiya derdorên civakê divê xebatên amadekirina destûreke bingehîn a demokratîk, azadîxwaz û piranîparêz bên destpêkirin. Destûra Bingehîn a nû divê cudahiyên nas bike û xwedî taybetiyeke peymana civakî be.”    'BAROYÊN ME HEWL DIDIN ÇARESERIYÊ PÊŞKEŞ BIKIN’    Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk têkildarî serdanan û pêşniyaran axivî û got ku ew hewl didin pêvajoya heyî derbasî aştiyeke civakî bikin. Karaçelîk, got ku baroyên wan hewl didin ji bo çareseriyê sûdewer bin û hewl didin çareseriyê pêş bixin. Karaçelîk, da zanîn ku wan nêrînên xwe bi nivîskî jî pêşkeşî partiyên siyasî kirine û jê xwestine ku hêvî û bendewariyên gel bi nêzikatiyeke ser partiyên siyasî re bigirin. Karaçelîk, da zanîn ku ji bo aştiyê û çareseriyeke demokratîk çi erk û berpirsyartî bikevin ser milê wan ew amade ne ku bicih bînin.    MA / Omer Gungor