Li Şirnexê li dijî zarokan tacîza zayendî: Faîl hate tehliyekirin 2025-06-20 09:33:55 ŞIRNEX - Mamosteyê bi navê Sadun Vural, li dibistaneke amadehî ya Silopiyayê di dîrokên cuda de tacîza zayendî li 6 xwendekaran kir. Tevî rêzesûcên vî şexsî li dijî zarokan kiriye jî, salek piştre hate berdan. Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî jî tenê bi dûrxistina ji peywirê bisînor ma.   Li Şirnexê û navçeyên wê ku veguheriye navenda polîtîkayên şerê taybet, her roj sûcekî nû li sûcê tacîza zayendî ya li dijî zarok û jinan zêde dibe. Herî dawî, kesê bi navê Yûsûf Acar ji ber tecawizkirina 4 zarokan hatibû girtin. Di demeke çalakî û protestoyên li bajar didomin de îcar jî dosyayeke sûc li navçeya Silopiyayê derket holê. Derket holê ku mamosteyê felsefeyê Sadun Vural ê li dibistaneke navçeyê mamostetî dikir, ji ber sûcê “îstîsmarkirina zayendî ya zarokan” hatiye girtin û piştre hatiye tehliyekirin û piştre ji bo demkî ji peywirê hatiye dûrxistin.    Piştî xwendekarên bi navên M.Î. (15) û M.E. (16) bûyer bi malbatên xwe re parvekirin, Midûriyeta Perwerdeya Netewî ya Bajar lêpirsîna îdarî da destpêkirin. Piştî ku malbatan tevî rêveberiya dibistanê serî li Serdozgeriya Komarê ya Silopiyayê dan, lêpirsîn hate destpêkirin. Piştre jî Navenda Şopandina Zarokan (ÇÎM) îfadeyên zarokan girt. Di çarçoveya lêpirsîna serdozgeriyê de, di 17’ê Adarê de îdianame hate amadekirin. Di îdianameyê de îfadeyên zarokan hebûn û tacîza zayendî bi hûr û kûr vedibêjin.    RÊZESÛC DI ÎDIANAMEYÊ DE YE    Di îdianameyê de hate destnîşankirin ku Sadun Vural li dibistana etudnêrî kiriye û li vir tacîza zayendî li 4 xwendekarên din jî kiriye û der heqê wî de doza cemaweriyê hatiye vekirin. Di îdianameyê de cih da îfadeyên zarokan. Ji zarokan M.Î. da zanîn ku wê nêzikatiya faîl ji rayedarên dibistanê re gotiye û faîl herî dawî di 5’ê Hezîrana 2024’an de ew vexwendiye malê. M.E. jî di îfadeya xwe de got ku tacîza zayendî bi awayekî sîstematîk berdewam kiriye. Her wiha di îdianameyê de xwendekarên din ên li pansiyonê jî weke şahid lê hate guhdarîkirin. Xwendekarên şahid, kiriyarên faîlê ku di saetên dereng ên şevê de diçû odeya xwendekaran vegotin. Hat destnîşankirin ku piraniya îfadeyan di lêpirsîna îdarî de cih girtine.    Di îdianameyê de hate gotin ku faîlî zext li xwendekaran kiriye, peywira xwe sûîstîmal kiriye û ji ber tacîza zayendî ya domdar, hewldanên faîl “destavêtin” derbas kiriye, îfadeyên zarok û şahidan hev digirin, bûyer hevûdin digirin, ji bo cezakirina gumanbarî vekirina doza cemaweriyê weke delîleke têr hatiye dîtin, ji ber sûcê “biqesdî” yê faîl kirî jî hat xwestin ku ji bikaranîna hinek mafên xwe bêpar were hiştin.    DANIŞÎNA EWIL HAT LIDARXISTIN    1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê îdianame qebûl kir û danişîna ewil di 18’ê Hezîranê de hat lidarxistin. Faîlê ku negirtî dihat darizandin, di danişînê de xwe bi îdiaya “Ji bo çûna destê hev dibe ku min li cem her kesî maç kiribe” parast û zarok sûcdar kir. Danişîna din taloqî 6’ê Cotmehê hate kirin.    BERIYA NIHA JÎ HATIYE DARIZANDIN    Di îdianameyê de yek ji xala balkêş ew bû ku di demên berê de jî der heqê faîl de dozeke cemaweriyê ya bi heman rengî hatiye vekirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; 4 xwendekaran di meha Hezîrana sala 2024’an de giliyê heman şexsî kirin. Di çarçoveya lêpirsîna îdarî ya Midûriyeta Perwerdeya Netewî ya Bajar de jî ev şexs ji peywirê hate dûrxistin. Şexsê ku hate binçavkirin, di çarçoveya lêpirsîna dozgeriyê de ji ber sûcê “îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan” hate girtin û şandin girtîgehê. Îdianame, ji hêla 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê ve hate qebûlkirin. Şexsê ku dihat darizandin, di danişîna 5’emîn a dozê ku di 11’ê Hezîranê de hate lidarxistin, hate tehliyekirin.    Daxwaza yekkirina her du dosyayan a Komîsyona Jin û Zarokan a Baroya Şirnexê jî ji hêla dadgehê ve hate redkirin.    MA / Zeynep Durgut