Şewata li Keleha Mêrdînê derketî hate vemirandin 2025-06-20 09:56:15 MÊRDÎN - Şewata li qada daristanê ya li dora Keleha Mêrdînê derketibû, hate vemirandin.  Duh di saetên êvarê de li daristana li dora Keleha Mêrdînê şewat derket. Şewat, ji ber sedemên nediyar li sê cihên cuda derket û ji ber bayê zêde belav bû. Şewat, şevê din hate vemirandin. Tevî xebatên sarkirina qadê ya komên agirkujiyê jî di derengiya şevê de dîsa derket. Bi mudaxileya koman re ber saetên serê sibehê ve hate vemirandin.