DYA’yê li tesîsên nukleerî yên Îranê xist: Tesîsên krîtîk hatin tunekirin 2025-06-22 08:42:39 NAVENDA NÛÇEYAN - DYA’yê ragihand ku bi balafirên şer li tesîsên nukleerî yên Îranê xistiye. Donald Trump bang li gelê Amerîkayê kir û got: “Me, tesîsên dewlemendkirina uranyumê yên krîtîk bi temamî tune kirin.”  Şerê di navbera Îsraîl û Îranê de di roja 10’an de didome. Her du alî jî bênavber êrişî hev dikin. DYA cara ewil bi awayekî fiîlî tev li şer bû. Hêzên DYA’yê ragihand ku li tesîsên nukleerî yên Fordo, Natanz û Îsfehanê yên Îranê xistiye.    Serokê DYA’yê Donald Trump êriş ragihand. Trump, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal got: “Niha tevahiya balafirên me li derveyî qada hewayî ya Îranê ne. Me, tesîsa Fordoyê bombebaran kir. Balafirên me li malê vedigerin.”    Trump, got; “Fordo êdî tune ye” û wiha domand: “Êrişa DYA’yê ya li dijî Îranê; ji bo DYA, Îsraîl û dinyayê kêliyeke dîrokî ye. Divê Îran êdî bidawîkirina şer qebûl bike. Me, bombeyeke bi kapasîteya tam avêt tesîsa nukleerê ya Fordoyê.” Trump, pîlotên tev li êrişê bûn pîroz kir û îdia kir ku tu artêşên cîhanê nikarin operasyoneke wiha bikin. Trump, got: “Niha dema aştiyê ye.”    JI TRUMP BANGA LI GELÊ AMERÎKAYÊ    Serokê DYA’yê di saetên piştre de jî li Qesra Spî bang li gelê Amerîkayê kir. Trump, di axaftina xwe de îdia kir ku tesîsên nukleerî yên dewlemendkirina uranyumê yên Îranê “bi temamî hatine tunekirin” û spasiya Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu kir. Trump, got: “Di rêya tunekirina vê gefa tirsnak a li dijî Îsraîlê em gelek pêş ketin. Êriş, serkeftineke leşkerî ya nûwaza bû.”    Trump, diyar kir ku “Divê Îran êdî aştiyê bike” û ev tişt anî ziman: “Heke vê nekin, dê êrişên di dema pêş de hêj mezintir bûn û pir hêsantir bin. Ev 40 sal in Îran dibêje ‘ji Amerîkayê re mirin, ji Îsraîlê re mirin.’ Xelkê me kuşt, bi bombeyên li rex rêyan bicih kirî re lingên wan firand. Zêdetirî hezar Amerîkayî û li Rojhilata Navîn û cîhanê bi sedhezaran kes yekser di encama nefreta Îranê de mirin. Li gel van, ev wiha nadome. Îran yan dê aştiyê bike yan jî dê trajediyeke ji trajediya di nava 8 rojan de jiyaye mezintir bijî. Ji bîr nekin, gelek hedef mane. Ya îşev a herî zor bû... Lêbelê heke bi lez û bez aştî neyê, em ê li bi lez û bi zîrektî li pey hedefên din bin. Piraniya wan dikare di nava çendek deqeyan de bên tunekirin. Tu artêşeke din li cîhanê nîne ku bikare operasyona artêşa me şevê din kirî, bike.”