Tehliyeya girtiya nexweş Besra Erol ji bo 6 mehan hate taloqkirin 2025-06-22 09:47:00   AMED - Tehliyeya Besra Erol ku keça wê Evrîm Denîz Erol di Komkujiya Pirsûsê de hatibû qetilkirin, ji hêla Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve careke din hate taloqkirin.    Besra Erol ku keça wê Evrîm Denîz Erol di Komkujiya Pirsûsê ya 20’ê Tîrmeha 2015’an de tevî 33 kesan ji hêla DAIŞ’ê ve hatibû qetilkirin, ji ber axaftina li ser gora keça xwe kiribû, di 30’ê Nîsana 2019’an de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hate girtin. Di dozê de 7 sal û nîv cezayê hefsê lê ahte birîn. Piştî ku Besra Erolê dema înfazkirina cezayê temam kirî, di Kanûna 2024’an de mafê wê yê tehliyeya bişert çêbû. Lêbelê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Jinan a Xarpêtê ji ber ku bersivên wê yên ji bo pirsên “Tu poşmanî?” û “Tu çima li qawîşa girtiyên siyasî dimînî?” tehliyeya wê ji bo 6 mehan taloq kir.    TEHLIYEYA WÊ DÎSA HATE TALOQKIRIN   Lijneya Îdare û Çavdêriyê duh dîsa civiya û ji ber ku Besra Erolê zextên poşmantiyê red kir, tehliyeya wê ji bo 6 mehên din taloq kir. Parêzeran dan zanîn ku dê li dijî vê biryarê îtîrazê bikin.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku Besra Erol yek ji girtiyên nexweş û nexweşiyên wê yên weke fitqa piştê, fitqa ranê, siyatîk, guatr, tansiyona bilind, tansiyona çav hene. Her wiha nodulên tîroîd ên xetereya penceşêrê di xwe de dihewînin jî tê de hatine tespîtkirin. Besra Erol, ji ber fitqa piştî heta niha 3 caran emeliyat bûye û ji ber ku êşa wê zêde ye bi zor û zehmet dimeşe.    MA / Mujdat Can