Dadegeha Îstînafê di doza tecawiza li dijî zarokan û fihûşê de xwest ceza bê zêdekirin 2025-06-26 14:10:19 ÎDIR - Dadgeha Îstînafê di doza tecawiza li dijî zarokan û fihûşê ya li Îdirê de cezaya li 6 bersûcan hatibû birîn betal kir û xwest cezayê wan were zêdekirin.  Daîreya 7’mîn a Cezayan a Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Erziromê, biryarên di doza ferzkirina fihûşê û tecawiza li dijî zaroka bi navê B.A. ya li Îdirê, betal kir. Daîreyê, cezeya 6 bersûcan ji “îstîsmara zayendî ya zarokan” û “hewldana îstîsmara zayendî ya zarokan” xera kir û daxwaz kir ku ji sûcê “binpêkirina destnedayîniya xanî” jî serlêdana sûc were kirin.    Daîreyê, destnîşan kir ku divê doz bi dozên din re bibe yek û ji nû ve biryar were dayîn. Her wiha hat xwestin ku divê temenê zarokê ji nû ve bê diyarkirin û lêkolandin. Daîreyê, biryar da ku rewşa girtî ya hemû bersûcan bidome.    Dê doza bersûcan di 11’ê Îlonê de li 2'yemîn Dadgeha Ceza ya Îdirê bê lidarxistin.    ÇI QEWIMÎ BÛ?   Li Îdirê zaroka bi navê B.A. di 26’ê Îlona 2023’yan de çûbû emniyete û gotibû ku tecawiz li wê hatiye kirin û bi darê zorê fihûş bi wê dane kirin. Piştî vê yekê, lêpirsîn hate destpêkirin û di lêpirsînê de hat hîn bûn ku kesên bi navên Ferhat Angay, Onûr Begeç, Vedat Gîden, Cebraîl Yildiz, Mûrat Altûn û Alîcan Begeç tecawiz li B.A.'yê kirine û bi darê zorê fihûş pê dane kirin.     Doz, bi sûcên “îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan” û “hewldana îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan” li Dadgeha 2’yemîn a Cezayê Giran a Îdirê dest pê kir. Dadgehê, di danişîna 25’ê Adarê de der barê Cebraîl Yildiz, Onûr Begeç û Mûrat Altûn de ji ber sûcê “îstîsmara zayendî ya zarokan” 16 sal û 8 meh ceza da û ji bo Ferhat Angey û Alî Begeç 13 sal û 4 meh; ji sûcê “hewldana îstîsmara zayendî ya zarokan” jî 10 sal cezayê hefsê da Vedat Gîden.     MA / Rûken Polat