Ayşegul Dogan: Pêdivî bi geşedanên pêvajoyê xurt dikin heye 2025-06-27 11:04:49 ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku tu eleqeya biryara bihincet a Doza Kobanê bi hiqûqê nîne û got: “Pêdivî bi geşedanên pêvajoyê xurt dikin heye.” Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, têkildarî geşedanên siyasî yên di rojevê de, li Navenda Giştî daxuyanî da. Ayşegul Dogan, di serî de biryara bihincet a Doza Kobanê nirxand û got ku metneke dikare di 15 rojan de were nivîsandin di 13 rojan de hatiye amadekirin û bi vê yekê re mafê azadiyê yê siyasetmedaran hatiye binpêkirin. Ayşegul Dogan, got ku di 32 hezar û 630 rûpelan de tu hinceteke hiqûqî nehatiye dîtin.    Ayşegul Dogan, pêvajoya heyî bi bîr xist û got ku divê geşedanên ku pêvajoyê xurt dikin bêş bikevin. Ayşegul Dogan, diyar kir ku bi avêtina gavên wiha biçûk dikare baweriya gel jî were xurtkirin.    ‘DI AVAKIRINA KOMÎSYONÊ DE MUTEBEQET HEYE’   Ayşegul Doganê diyar kir ku weke DEM Partiyê fikra wan ew e ku komîsyona li Meclisê tê avakirin “Komîsyoneke xwedî peywirên taybet be” û ev tişt anî ziman: “Em dibînin ku têkildarî avakirina komîsyonê, hem di partiyên siyasî de hem jî di nava civakê de mutebeqetek heye. Mutebeqeteke wiha heye; divê komîsyon were avakirin. Di vê mijarê de pêşnûmeya me amade ye û em ê di roja duşemê de pêşkeşî Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş bikin. Girîng e ku serokê meclisê bi partiyan re civiya û li fikrên wan guhdarî kir. Her wiha daxuyaniyên Serokkomar Erdogan hene. Ev tevek, nîşaneya konsensuekê ne ku em nikarin niha hûrgiliyên wê parve bikin. Ji ber ku hevdîtinên têkildarî wê didomin. Em dixwazin di mijara komîsyonê de cidî nêz bibin. Ji bo çek bi temamî ji dewrê derkevin, divê hemû mekanîzmayên pêwîst tavilê bikevin meriyetê.”    GIRTIYÊN NEXWEŞ   Ayşegul Dogan, behsa hevdîtina di navera serokwekîlên komê û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re de kir û got: “Rewşa girtiyên nexweş di rojevê de bû. Heke li vî welatî qala demokrasiyê were kirin, divê girtiyên nexweş di hundir de nebin. Ev, binpêkirina mafê bingehîn ê mirovan e. Ji ber sedemên siyasî hûn di hundir de digirin. Mafê darizandina adilane berçav nayê girtin û dibin sedem ku girtî rojê xwe yên dawî bijîn. Girtiyên nexweş ên Lijneyên Îdare û Çavdêriyê tehliyeya wan asteng dike hene. Divê ev, rojeva hemû partiyan be û xwedî helwest bin.”