ROJEVA 6’Ê TÎRMEHA 2025’AN 2025-07-06 09:00:22   * Torena ku dê PKK li Herêma Federe ta Kurdistanê li dar bixe dê ji hêla bi dehan partiyên siyasî, komele, rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên hiqûqê ve bê şopandin.    * Seroka Tevgera Sekûler Kolektîfê Djemîla Behhabîb ku ji Ewropayê hatibû Stenbolê, got: “Dixwazim bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikim, nîqaş bikim û pê re biaxivim.”    * Parêzerê Efrînî Huseyîn Naaso diyar kir ku Tirkiye û HTŞ’ê avadaniyeke nû ya bi navê “Komîteya Aboriyê ya li Bakurê Sûriyeyê” ava kiriye û dema xelkê bajar vegeriyayî ev komîte mal û milkê Efrîniyan îstîmlaq dike û dixwaze desteser bike.    * Rêxistin û komeleyên ziman dixwazin ku astengiyên li pêşiya perwerdeya bi zimanê dayikê bên rakirin. Hevserokê MED-DER’ê Remzî Azîzoglû, got: “Em dikarin di pêvajoyê de roleke çalak bigirin ser xwe.”    * Omer Yaman ê 70 salî ku li Girtîgeha Tokatê tê ragirtin, çavê xwe yê çepê winda kir.    * Komxebata “Zarok pêşeroja civaka azad in” dê di roja 2’yan de bidome. (09.00-17.00)   * Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê dê li Amed û Stenbolê komxebatÊn “Bi ciwanên pêşeng ber bi civaka demokratîk ve” li dar bixe. (10.00-17.00)    * MYK’a DEM Partiyê dê bi rojeva qonaxa “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” gihiştiyê û operasyonên li dijî şaredariyan li Navenda Giştî bi awayekî awarte bicive. (12.00)