Alî Bozan: Dora gavavêtinê a dewletê ye 2025-07-11 09:06:31 MÊRSÎN - Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan diyar kir ku bi banga bidîmen a Abdullah Ocalan pêvajo ketiye qonaxeke nû û got: "Birêz Ocalan, PKK û gelê kurd barê ketiye ser milê wan kirine. Niha dora gavavêtinê ya desthilat û dewletê ye."    Piştî banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a di 27'ê Sibatê de, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9'ê Tîrmehê de bangeke bi dîmen kir. Bi banga bidîmen a piştî 26 salan, Ocalan careke din destnîşan kir ku ji bo pêvajoyê bingehek destûrî û qanûnî divê were danîn û hemû beşên civakê di nav xwe de bihewîne. Parlamenterê Mêrsînê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Alî Bozan li ser bangê û tiştên ku divê werin kirin axivî.   Bozan bal kişand ser girîngiya dîrokî ya banga bidîmen a Abdullah Ocalan û got: "Pêvajoya ku ji Cotmehê ve pêş dikeve niha ketiye qonaxeke nû. Birêz Ocalan, PKK û gelê kurd rola xwe lîstine."    Bozan got: "Divê demildest li meclisê komîsyonek were avakirin. Bang her wiha dibêje ku divê komîsyon bi qanûnê were avakirin. Yek ji gavên herî girîng avakirina komîsyonekê li meclisê ye. Destpêkirina vê komîsyonê dê baweriya gel jî misoger bike."   'GEL BI OCALAN BAWER E'     Bozan bal kişand ser "Civînên Civaka Demokratîk" ên ku wan di çarçoveya pêvajoyê de tên lidarxistin û got: "Me ev yek di civînên gel de dît: Kurd û dostên wan ji birêz Ocalan bawer dikin, ji têkoşîna xwe bawer dikin û ji partiya xwe bawer dikin. Lêbelê, di asta dewletê de nebûna baweriyê heye. Sedema vê nebaweriyê nebûna gavneavêtina dewletê ye. Pirsgirêka aştiya civakî ne barek e ku tenê li ser milên kurdan an DEM Partiyê were hiştin. Di vî warî de, divê dewlet jî rola xwe bilîze."   SERERASTKIRINÊN QANÛNÎ     Bozan her wiha bal kişand ser aliyên destûrî û qanûnî yên pêvajoyê û got: "Zindan îro jî pirsgirêkek mezin in. Girtiyên siyasî hene ku berdana wan bi biryarên Lijneyên Îdare û Çavdêriyê tên paşxistin. Berdana wan di destê AKP'ê de ye. Divê girtiyên siyasî tavilê werin berdan. Ev gav dê baweriya raya giştî jî zêde bike."   'DORA DEWLETÊ YE'    Bozan destnîşan kir ku pêvajo divê ne tenê bi kesên ku di nav hevdîtinan de ne sînordar be, divê raya giştî jî di nava xwe de bigire û got: "Tişta ku divê bi lezgînî ji aliyê raya giştî ve were kirin ev e ku baweriya raya giştî bi vê pêvajoyê were avakirin. Niha dora desthlat û dewletê ye ku gavan bavêjin. Ger ev gav werin avêtin, pêvajo dê zûtir û saxlemtir pêş bikeve. Divê her kes ji raya giştî re rave bike ka aştî û civakeke demokratîk li vê herêmê çiqas girîng in."   MA / Abdulkadîr Ayten