MA'yê xwe gihand dîmenên ku dema amûrên tibbî yên nexweşxaneyê tên dizîn 2025-07-15 10:33:52   ŞIRNEX - Ajansa me dîmenên ku gava ji Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê bi qamyonan amûrên tibbî tên derxistin bi dest xist. Rêveberiya nexweşxaneyê û midûrê tenduristiyê têkildarî diziya amûran de xwe li bêdengiyê datînin.    Di demên dawî de bûbû rojev ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ya Şirnexê amûrên tibbî hatine dizîn. Bi qampyonan amûrên tibbî û derman, bêyî bên tomarkirin ji nexweşxaneyê hatine derxistin û ev yek dermankirina nexweşxan bi derengî dixe. Li ser vê Wezareta Tenduristiyê di meha Nîsanê de ji bo lêkolînkirina îdiayan lêpirsîn da destpêkirin û ji bo vê 2 mufetiş peywirdar kirin. Hat hînkirin ku di dawiya lêkolîna mifetişan de 2 kes ji peywirê hatine girtin û cihê hin kesan jî hatiye guherandin. Lê agahî bi dest neketin ku lêpirsîn bi çi awayî didome.    Ajansa Mezopotamyayê (MA) dîmenên ku gava ji nexweşxaneyê amûrên tibbî û dermanên biha tên derxistin, bi dest xistin.    Hat diyarkirin ku ji depoya nexweşxaneyê û hin beşên wê, dermanên biha bi awayekî rêkûpêk hatine dizîn. Di dîmenên hatin bidestxistin de, amûr li qamyoneke sergirtî tên barkirin. Dermanên ku di qoliyên mezin de, ji aliyê hin kesan ve li qamyonê tê barkirin. Dîmen, didin der ku bê ev sosreteke çawa ye û çawa bi awayekî organîzekirî hatiye kirin.    Bêdengiya nexweşxaneyê û Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr a di vî warî de jî didome. Berê jî gelek caran me bi rêya telefonê xwe gihand wan, lê hem nexweşxaneyê hem jî mdidûriyetê pirsên me bê bersiv hiştin û hat derpêşkirin ku midûrê tenduristiyê û midûrê nexweşxaneyê ne amade ne.    Hat diyarkirin ku di çarçoveya lêpirsînê de hin kes ji kar hatine derxistin, lê aqûbeta amûrên winda ne diyar e.    MA / Zeynep Dûrgût - Dilgeş Rûvanas